​​​​​​​Di salvegera Celaa de dagirkerî çawa vegeriya û vebijêrkên gelê Sûriyê çi ne?

Îro salvegera 75`emîn a Cejna Celaa ye (derketina leşkerên fransî ji Sûriyê), lê belê kêfxweşiya welatiyên Sûriyê pir dirêj nekir. Ji wê demê ve ji ber mercên li welêt, Sûriye ket bin dagirkeriya gelek aliyên din. Gelo vebijêrkên gelê Sûriyê çi ne?

​​​​​​​Di salvegera Celaa de dagirkerî çawa vegeriya û vebijêrkên gelê Sûriyê çi ne?
17 nîsan, 2021   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

“Ev roja serkeftina mezin e” bi van gotinan serokê Sûriyê yê wê demê Şukrî El-Qiwetlî serxwebaûna Sûriyê û derketina leşkerên Fransayê piştî dagirkeriya nêzî 26 salan, li gelê Sûriyê pîroz kir.

Mercên navneteweyî yên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn (1954) hişt ku gelê Sûriyê serxwebûna xwe bi dest bixe. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi piraniya welatên endam, piştgirî da biryara serxwebûn û yekitiya Sûriyê. Bi wê yekê hikumet û gelê Sûriyê cara yekemîn di 17`ê Nîsana 1946`an de di serdema serok Şukrî El-Qiwetlî de cejna serxwebûnê pîroz kir.

QONAXA PIŞTÎ SERXWEBÛNÊ

Lê belê El-Qiwetlî û gelê Sûriyê nedizanî ku qonaxa bê wê ji serdema mêtingeriya Fransayê xirabtir be.

Piştî qonaxa serxwebûnê, êdî jiyana siyasî li Şamê û bajarên din ên Sûriyê dest pê kir. Xelkê Sûriyê êdî bi têgehên wekî demokrasî, edalet, azadiya nêrînê û sîstema parlamenteriyê, behsa mijarên siyasî dikir. Hêdî hêdî partiyên siyasî li ser bermahiyên bloka nîştimanî hatin avakirin. Bloka nîştimanî jî berê kombûna gelê Sûriyê bû û hem dan û standin hem jî şoreş bi rê ve dibirin, lê piştre hate parçekirin.

Sala 1947`an hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin. Di hemleya hilbijartinê de parçebûneke mezin di navbera kombûnên siyasî de çêbû û şerên berjewendiyan di navbera herêman de derketin. Gelê Şamê û nûnerên wan hevbendiyek çêkir da ku desthilatê bi dest bixin, li bakurê welêt jî li dijî hevbendiya Şamê gelek hevbendî li dar ketin. Li herêmên mayî jî hevbendî pêk hatin lê di asteke qels de bûn.

Wê yekê pir dirêj nekir, wekî gelek çavdêr bi nnav dikin “Esabêt El-Emel El-Qewmî” bingehên fikrî û rêxistinî yên “erebperestiya” radîkal danîn ku piştî serxwebûnê Partiya Baasê xwe li ser wan bingehan bi pêş xist.

Piştî wê yekê, li Sûriyê qonaxa darbeyan dest pê kir heta ku partiya Baasê destê xwe danî ser desthilatê û piştre hêdî hêdî Sûriye veguherî welatekî netewperest ku yek partiyê bi rê ve dibir û tê de mafên herî sereke winda bûn.

Netewperestî û taîfiyeta ku Partiya Baasê li Sûriyê meşandiye, bi demê re hişt ku civaka Sûriyê parçe bibe. Ruxmî kontrola ewlehî û leşkerî ya hişk jî,  lê wê yekê rê li derketina îsyan û serhildanan negirt. Ji serhildanên sereke bûyerên Hema (1982), girtîgeha Tedmurê û Serhildana Qamişloyê (2004).

Ev pirsgirêk heta sala 2011`an zêde bûn û di 2011`an de şoreşa Sûriyê dest pê kir. Hêzên ku çavnebariyên wan di erdê Sûriyê de hene, bûyerên 2011`an bi kar anîn. Rûsya û Îranê lawaziya hikumeta Şamê bi kar anî, dewleta Tirk jî ji bo dagirkirina gelek erdên Sûriyê “opozîsyona Sûriyê” bi kar anî.

MÊTINGERÎ Û ZORDESTÎ… PEVGUHERTINA ROLAN

Wê yekê hişt ku dewletên dagirker serweriyê li ser herêmên Sûriyê parve bikin. Têkildarî mijarê, rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê ji ANHA`yê re wiha got: “Bidawîbûna dagirkeriyê tê wateya azadî, rûmet, maf û wekheviyê. Bidawîbûna dagirkeriyê tê wateya ku zilm, zordestî, xizanî û birçîbûn tune bibe.”

Kadar Pîrê got: “Piştî Cejna Celaa (derketina leşkerên Fransayê ji Sûriyê) û bi derketina sîstemên li pey hev û serweriya rejima Baasê ya malbatî û dîktator, tiştek nehat guhertin, dibe ku pevguhertina rolan be. Dagirkeriyek bi şêwazekî nû û ji mêtingeriya Fransayê zordesttir e. Sîstem hatin guhertin, lê rewş wekî xwe ma.”

Pîrê daxuyand ku rejîmê hişt ku ew hemû poşman bibin ku rojekê derketina leşkerê herî dawî ya Fransayê ji Sûriyê, pîroz kirin.

Li ser qonaxa piştî aloziya Sûriyê, Kadar Pîrê got: “Destpêkê em bi dirûşmên azadî, rûmetê, wekheviyê û mafên mirovan ên hatine berzkirin, kêfxweş bûn. Lê piştî demeke kin, diyar bû ku hinekan şoreşa me diziye û rewş veguheriye şerê serweriya Ii ser desthilata Şamê. Şoreş li holê nema, lê belê veguherî komên terorîst ku tenê dixwazin serweriya desthilatê bikin.”

Kadar Pîrê wiha dewam kir: “Rejîm jî tenê dixwaze li ser desthilatê bimîne, dê fedakarî û berdêl çi bin, me xema rejîmê ye. Dirûşmên li ser serweriyê û rûmetê ku berê rejîmê berz dikirin, tenê ji bo xapandina gelê Sûriyê bûn. Armanc jê ew e ku desthilat tenê bi şêwazê yek mafya, yek malbat û yek partiyê bimîne.”

Pîrê her wiha da zanîn: “Rejîm heta roja me ya îro bi heman zîhniyetê tev digere. Me dît ku li erdên Sûriyê gelek dagirkeriyên din derketine. Hin alî wekî Rûsya û Îranê bi bihaneya ku ew li ser vexwendina rejîmê hatin, hebûna xwe rewa dibînin. Di rastiyê de, ew dagirkeriyeke Rûsî û Îranî ye tevî komên ser bi wan ve ku êdî li gelek herêmên Sûriyê yên din bin serweriya rejîmê de, xwedî gotin û biryar in.”

KÎJAN DAGIRKERÎ YA HERÎ XETERNAK E?

Pîrê axaftina xwe wiha domand: “Dagirkeriyeke din a xeternaktir heye, ew jî dagirkeriya Tirk e ku rewatiya xwe ji peymanên bi nûnerên rejîmê (Rûsya, Îran) re li darxistine, biriye. Êdî Rûsya û Îran di hemû peymanên li ser erdê yan jî peymanên siyasî yên derve wekî Cinêv, Astana û Soçî de, nûnertiya rejîmê dikin. Ew peyman peymanên bazarê ne, dema ku rejîm qebûl dike ku herêmeke Sûriyê kontrol bike û komên çeteyan derxîne, ev nayê wateya rizgarkirina erdê Sûriyê ji terorîstan, lê belê ev rewakirina dagirkeriyeke din e (dagirkeriya Tirk) li herêmên Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye.”

Kadar Pîrê wiha nirxandina xwe dewam kir: “Berpirsê herî mezin ji bûyerên li Sûriyê, rejîm e. Em salvegera Celaayê pîroz dikin, lê di rastiyê de ku vê rejîma dîktator û zordest ne tenê dagirkeriya Fransayê lê belê gelek dagirkeriyên din mayînde kirine. Niha em ji ber dagirkeriya Tirk û komên wê yên terorîst ku ji seranserê cîhanê anîne, azaran dikişînin. Her wiha dagirkeriya Îranê û komên di bin navê taîfeya şîe de anîne xaka Sûriyê. Armancên wan zelal in, gihandina xeta Tehran-Bexda-Şam-Beyrûtê ye. Vê yekê bi awayekî eşkere di dirûşma xwe ya Hîlala Şîe de jî dibêjin.

Lê xetere di peymanên Astana û Soçî û mayîndekirina dagirkeriya Tirk de ye. Gelek tecrubeyên me yên nexweş bi dagirkeriya Tirk re hene, çi wekî tecrubeya welatiyên Sûriyê be, çi jî tecrubeyên welatên herêmî wekî Qibrisê. Beriya wê jî tecrubeya Lîwa Îskenderon û guhertina demografiya wê herêmê hebû, li wê derê referandum hate çêkirin û niştecihên wê herêmê dengê xwe da dewleta Tirk.”

Pîrê hişyarî da û wiha domand: “Dagirkeriya Tirk niha vê yekê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne. Ev herêm dubarekirina tecrubeya dewleta Tirk a tevlêkirina herêmên Sûriyê ji xaka Tirkiyê re ye. Ji lew re, dagirkeriya Tirk dagirkeriya herî xeternak û herî xirab e li Sûriyê.”

‘ZÎHNIYET NEGUHERTIYE’

Pîrê diyar kir ku ew hêvî nake ku zîhniyeta hikumeta Şamê û dewleta Tirk bê guhertin û got: “Dê rejîm zîhniyeta xwe ya dîktator û zordest dewam bike. Armanca rejîmê mayîna li ser desthilatê ye. Hilbijartinên ku dê li herêmên serweriya rejîmê pêk bên, nêzî rûpîvana Sûriyê ne û nîvê hejmara gelê Sûriyê ye. Armanc ew e ku Beşar El-Esed careke din bê hilbijartin. Ev yek parçekirina xaka Sûriyê teqez dike, ji ber ku di encamê de wê de beşeke mezin ji gelê Sûriyê li derveyî van hilbijartinan bimîne. Ev jî tê wateya parçekirina Sûriyê bi awayekî fermî.

Zîhniyeta dagirkeriya Tirk jî nehat guhertin, me berê jî behsa kiryarên wê li Lîwa Îskenderon, li Qibris û niha li Efrînê û herêmên din kir. Ew bi heman zîhniyetê tev digere.”

VEBIJÊRKÊN GELÊ SÛRIYÊ JI BO XILASBÛNA JI DAGIRKERAN ÇI NE?

Li ser vebijêrkên gelê Sûriyê jî, Kadar Pîrê got: “Ji bo xilasbûna ji van dagirkeriyan û di nav de desthilata mafyawarî ku Şamê dagir kiriye û dor li gelê Sûriyê teng kiriye, yekkirina refên hêzên opozîsyona demokratîk e. Ev çareya yekemîn a xilasbûna ji van dagirkeriyan e. Xala duyemîn jî divê di navbera hêzên demokratîk ên Sûriyê de diyalogeke Sûrî-Sûrî hebe.”

Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Bernameya xebatê wan divê guhertina binesaziya sîstema navendî be ku di encamê de tê wateya dewleteke dîktator. Guhertina binesaziya vê rejîmê tê wateya derbasbûna ji sîstemeke navendî ya zordar ber bi sîstemeke demokratîk a nenavendî ve. Bingeha diyalogê di vê xala hevbeş de ye, da ku em ji van dagirkeriyan xilas bibin û bibe qonaxeke derketinê (celaa) ya nû li Sûriyê û qonaxeke nû di pêşeroja Sûriyê de.”

(cx)

ANHA