ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-04-2021
16 nîsan, 2021   23:00

- Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kir ku armanca êrişa li dijî mala rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elepûrê bîranînan ji holê rakin û got: "Em ji fikirê rêbertî ne dûr in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îro salvegera 75`emîn a Cejna Celaa ye (derketina leşkerên fransî ji Sûriyê), lê belê kêfxweşiya welatiyên Sûriyê pir dirêj nekir. Ji wê demê ve ji ber mercên li welêt, Sûriye ket bin dagirkeriya gelek aliyên din. Gelo vebijêrkên gelê Sûriyê çi ne? (BI WÊNE).

- Osmaniyên ku beriya bi sedan salan herêmên berfireh dagir kirin, nikarîn qebîleyên bedû bixin bin serweriya xwe. Dema ku mijar dibû dagirkirina xakê û destdirêjiya li çand û dîrokê, bedû berxwedaneke bêhempa raber dikir. Îro jî bedû di xendeqên berxwedana li dijî dagirketiya Tirk de cih digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Gedo got Kampa Holê bûye navenda perwerdekirina terorîstan û bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û ji bo darizandina DAIŞ`iyên girtî dadgeheke navneteweyî ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-“Ez di wê baweriyê de me ku ciwanên Efrînê dê mohra xwe li  şoreşa me deyinin û bi ser kevin” ev gotinên rêber Abdullah Ocalan in mîna ku dayîka Zeyneb Omer bi bîr xistiye ku di salên 90`î de pê re rûniştiye. Dayîka Zeyneb soz da ku her tim ji bo şoreşê kar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên bajarê Minbic û gundewarên wê dest bi çandina şitlên zebzeyên hevînê kir. Bi armanca pêkanîna sîstema xwetêrkirinê îsal gelek cureyên zebze hatin çandin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber xeteriya pêla sêyem a vîrusa Koronayê ya ku  li herêma Firatê zêde berbelav bûye û da ku rê li pêşiya karesteke mirovî were girtin, bangên pêkanîna biryarên qedexeya derketina derve ve berdewam dike, lê dîsa jî gel bi çavekî biçûk li xeteriya vîrusê dinêre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber kêmbarîna baranê û bandora wê li mewsima îsal, li herêma Cizîrê cotkar û şênî bi fikar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA