Salih Gedo: Divê civaka navneteweyî pirsgirêka Kampa Holê çareser bike

Salih Gedo got Kampa Holê bûye navenda perwerdekirina terorîstan û bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û ji bo darizandina DAIŞ`iyên girtî dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Salih Gedo: Divê civaka navneteweyî pirsgirêka Kampa Holê çareser bike
17 nîsan, 2021   00:37
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ji dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) DAIŞ li Baxozê ya Dêrazorê di 23`yê Adara 2019`an de tune kir, DAIŞ`ê bi rêya şaneyên veşartî hewl da xwe ji nû ve komî ser hev bike. Lê belê QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi operasyonên cuda û bi awayekî domdar şopandina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê didomînin.

Di 28`ê Adarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi armanca tunekirina şaneyên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonê de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) li dijî çeteyan gelek operasyonên taybet û berfireh li dar xistin. Qonaxa yekemîn a operasyonê di 2`yê Nîsanê de bi dawî bû û di encamê de 125 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin. Her wiha di operasyonên lêgerînê de alavên leşkerî û radarên ku di teqemeniyan de tên bikaranîn, hatin desteserkirin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê Salih Gedo Kampa Holê bi zeviya mayînan bi nav kir û got: “Rojane, kesên ku li kampê li dijî çeteyan li ber xwe didin (Hêzên Ewlekariya Hundirîn), ji aliyê wan teroîstan ve tên hedefgirtin. Ji ber ku ev kamp li herêmên me ye, em gelek giyan ji dest dan. Hemû dewlet berpirsên vê yekê ne.”

 ‘KAMP JI ÇETEYAN RE BÛYE DIBISTAN’

Gedo teqez kir ku pêwîste hêzên cîhanî dest li mijara Kampa Holê werdin û berpirsyariyên xwe bînin cih û destnîşan kir ku hemû dewletan terorîstên xwe li herêmê hiştin bêyî ku derfetan pêşkêş bikin û wiha domand: “Bi hezaran çete û terorîstên ku di nav de jin û mêr hene, li kampê dimînin. Êdî ev kamp ji bo çeteyan veguheriye dibistan. Ruxmî wê jî civaka navneteweyî çavê xwe li kampê digire.”

Gedo da zanîn ku civaka navneteweyî îdia dike ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj dike, lê li ser erdê tiştekî nake.

Gedo daxuyand ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê leşkerî, aborî û civakî ve li Kampa Holê û tevî derfetên xwe yên sînordar, berpirsyariyeke mezin da ser milê xwe û got ku ji bilî dewletên mezin wekî Rûsya, Amerîka û hevalbendên wan, kes nikare vê berpisiyariyê rake.

Gedo wiha pê de çû: “Gelek dewletên herêmî û di nav de dewleta Tirk alîkariya terorîstên li kampê dikin û rê li pêş derbasbûna wan ji Tirkiyê re û birêxistinkirina wan vedikin.”

Sekerterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê Salih Gedo got girîng e ku hemû aliyên siyasî dengê xwe bigihînin welatên cîhanê da ku destwerdana doza DAIŞ`ê li Kampa Holê bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin û wiha domand: “Bi hezaran penaberên iraqî li kampê hene û rojane bûyerên kuştin, hedefgirtin û sûc pêk tên. Lê belê hikumeta Iraqê bêdeng e.”

Li Kampa Holê zêdetirî 60 hezar penaberên Iraqê, koçberên Sûriyê û kesên biyanî dimînin.

 ‘NAVENDA PERWERDEKIRINA TERORÎSTAN’

Gedo di nava axaftina xwe de behsa xetereya Kampa Holê ji bo hêzên cîhanî kir û got: “Kamp êdî bûye navenda perwerdekirina terorîstan ji aliyê dewleta Tirk ve. Jin û mêrên çeteyên DAIŞ`ê li ser kuştinê û sûcên din tên perwerdekirin. Yanî dixwazin DAIŞ`ê vejînin.”

Salih Gedo banga avakirina dadgehek navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku çeteyên li kampê bên darizandin û destnîşan kir ku ev mijar divê di bin çavdêriya navneteweyî be û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Lê ev daxwazên bi hinceta ku îtîrafek fermî bi Rêveberiya Xweser tune ye, cidî nayên girtin. Em êdî hebûna wan terorîstan li herêmê qebûl nakin.”

(şx)

ANHA