Balyozxaneya Fransayê bang li hemwelatiyên xwe kir ku ji Pakistanê derkevin

Piştî xwepêşendanên li dijî Fransayê, balyozxaneya Fransayê ya li Pakistanê bang li hemwelatiyên xwe û şîrketên fransî kir ku yekser ji Pakistanê derkevin.

Balyozxaneya Fransayê bang li hemwelatiyên xwe kir ku ji Pakistanê derkevin
15 nîsan, 2021   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP’ê îro piştî xwepêşendanên li dijî Fransayê li Pakistanê, balyozxaneya Fransayê ya li Pakistanê bang li welatî û şîrketên fransî kir ku bi awayekî demkî ji Pakistanê derkevin.

Balyozxaneyê bi rêya e-maîlan ev bang li hemwelatiyên fransî kir: “Ji ber gefên xeternak ên li ser berjewendiyên Fransayê yên li Pakistanê, em şîret li we dikin ku bi awayekî demkî ji welêt derkevin.”

Balyozxaneyê wiha domand: “Derketin wê bi rêya şîrketên balafiran ên bazirganiyê yên heyî pêk werin.”

(şx)