Rêveberiya nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê: Nexweşxane nehatiye girtin

Rêveberiya nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê agahiyên ku li ser malperên tevna civakî têkildarî girtina nexweşxaneyê ji ber pêketina kadroyên wê bi vîrusa koronayê hatine belavkirin, derewandin.

Rêveberiya nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê: Nexweşxane nehatiye girtin
Rêveberiya nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê: Nexweşxane nehatiye girtin
Rêveberiya nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê: Nexweşxane nehatiye girtin
Rêveberiya nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê: Nexweşxane nehatiye girtin
Rêveberiya nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê: Nexweşxane nehatiye girtin
Rêveberiya nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê: Nexweşxane nehatiye girtin
15 nîsan, 2021   11:44
TEBQA

Di çend rojên dawîn de li ser hinek malperên tevna civakî agahiyên der barê girtina nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê de ji ber pêketina kadroyên wê bi vîrusa koronayê belav bûn. Endamê rêveber ê nexweşxaneyê Elaa Osman ev îdia derewandin û piştrast kir ku nexweşxane nexweşan pêşwazî dike.

Osman diyar kir ku hemû beşên nexweşxaneyê xebatên xwe ji nexweşan re pêşkêş dikin û kadroyên tenduristiyê bi koronayê neketine.

Pisporê anesteziyê yê nexweşxaneyê Muhened El-Casim jî da xuyakirin ku beşa karantînayê ya li nexweşxaneyê tevî kadroya xwe eleqedariya pêwîst ji nexweşan re pêşkêş dike. El-Caim îşaret pê kir ku rêveberiya nexweşxaneyê tevahiya tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusê girtine.

(şx)

ANHA