Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan hat kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi rêber Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan hat kirin
15 nîsan, 2021   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 14'ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser tenduristî û ewlekariya rêber Abdullah Ocalan 21 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê hatiye dayîn. Her wiha 2 caran serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate dayîn.

Heta niha bersiva serlêdana parêzeran nehatiye dayin.

(cx)