Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 199 kesên din bi Covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 199 kesên din bi Koronayê ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 199 kesên din bi Covid-19 ketin
15 nîsan, 2021   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa îro ragihand ku 5 kesên ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane, 2 jin û mêrekî ji Tebqa, jinek ji Hesekê û mêrek ji Qamişloyê ne.

Mistefa piştrast kir ku îro 199 kesên bi    Koronayê ketin, ew jî 123 mêr, 76 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 39

Qamişlo: 57

Dêrik: 35

Dirbêsiyê: 4

Kobanê: 16

Reqa: 23

Tebqa: 17

Minbic: 8

Mistefa her wiha diyar kir ku 8 kesên ku ber bi Koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 13 hezar û 203 kes bi Koronayê ketine, ji wan 442 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 407 kes baş bûne.

(cx)