DYA: Hikumeta Şamê çekên kîmyewî dihewîne

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê piştrast kir ku hikumeta Şamê berpirsa êrişa kîmyewî a 2018`an li Seraqibê ye.

DYA: Hikumeta Şamê çekên kîmyewî dihewîne
15 nîsan, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê îro daxuyaniyek belav kir û tê de got tevî ku hikumeta Şamê berê ragihandibû ku çekên kîmyewî li gel wan tune ye jî, lê belê ew li cem xwe madeyên kîmyewî dihewînin da ku ji gaza Sarîn çekên kîmyewî yên nû bi pêş bixe.

Hêjayî bibîrxisitnê ye ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî beriya çend rojan teqez kiribû ku hikumeta Şamê di êrişa sala 2018`an a li Seraqibê de, gaza klorê bi kar aniye.

Demeke berê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) pêkanîna nêzî 336 êrişên kîmyewî ji destpêka aloziyê ve û heta niha ji aliyê hikumeta Şamê ve, belge kiribû.

(cx)