​​​​​​​Li Silêmaniyê teqîn: Kesek mir û 4 birîndar bûn

Li kargeheke helandina hesin a li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de, teqînek pêk hat. Di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Li Silêmaniyê teqîn: Kesek mir û 4 birîndar bûn
15 nîsan, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên sibehê de li devera pîşesazî ya Tancero ya Silêmaniyê, di nava kargehek ya helandina hesin de guleyek 82 milîm a topê teqiya. Ji ber teqînê karekek Ereb jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din bi giranî birîndar bûn.

Hate gotin ku di nava birîndaran de yekî her du çavên xwe ji dest daye, yên din jî her yek endamek laşê xwe ji dest dane.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

(cx)