El-Debîbe ji bo nîqaşkirina têkiliyên Lîbya-Rûsyayê li Moskovê ye

Serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemdî El-Debîbe îro gihaşt Moskovê da ku bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Mikhail Mishustin re têkiliyên her du welatan nîqaş bike.

El-Debîbe ji bo nîqaşkirina têkiliyên Lîbya-Rûsyayê li Moskovê ye
15 nîsan, 2021   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe di çarçovya serdanên xwe de îro gihaşt Moskovê û dê bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Mikhail Mishustin re hevdîtinê bike.

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokê hikumeta Rûsyayê ragihand ku dê serokên hikumetên Rûsya û Lîbyayê mijarên hevkariya bazirganiyê û aboriyê yên di navbera her du welatan de û rêbazên hevkariya di aliyê enerjî, veguhastin û çandiniyê de nîqaş bikin.

(cx)