Êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Êzidî îro Cejna Çarşema Sor (Sersala Êzidî) pîroz dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal rê û resmên pîrozkirina cejnê tenê li malan pêk tên.

Êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kir
Êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kir
14 nîsan, 2021   11:32
QAMIŞLO

Îro 14`ê Nîsanê ye anku Sersala Êzidî ye. Gelê Êzidî Çarşema destpêkê ji Nîsanê li gorî rojnameya (Kurmancî), pîroz dikin.

Ji ber tedbîrên qedexeyê ji bo pêşîgirtina li belavbûna Koronayê, êzidîyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê rê û resmên cejnê di malan de pêk tînin û dûrî kombûn û pîrozbahiyên mezin dikevin.

Salên berê, êzidiyan Cejna Çarşema Sor li nava xwezayê û lidarxisitna şahiyên mezin, pîroz dikir. Lê îsal piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî ji bo pîşgîrtina li belavbûna Korona ragihand, pîrozkirina vê rojê di malan de sînordar ma.

Faris Şemo yek ji rûspiyên êzidiyan li herêma Cizîrê ye Cejna Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir û got wan îsal cejn weke her salê pîroz nekir. Her wiha teqez kir ku ew biryara qedexeya giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk tînin.

Şemo diyar kir ku cejin a aştî, hezkirin û destpêka sala nû ye.

(bx)

ANHA