Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 248 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 248 kesên din bi Koronayê ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 248 kesên din bi Koronayê ketin
14 nîsan, 2021   12:06
NAVENDA NÛÇEYANA

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa dauxyand ku Ii herêmê 5 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa her wiha destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 248 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 147 mêr, 101 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 57

Qamişlo: 130

Dêrik: 36

Dirbêsiyê: 6

Reqa: 18

Kampa Holê: 1

Mistefa diyar kir ku 17 nexweş baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 13 hezar û 4 kes bi Koronayê ketine, ji wan 437 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 399 kes baş bûne.

(cx)

ANHA