Hêzên Rûsya careke din vegeriyan nuqteyên ku vala kirbûn

Hêzên Rûsyayê ku duh nuqteyên xwe li herêma Şehbayê vala kiribûn, careke din vegeriyan nuqteyên xwe.

Hêzên Rûsya careke din vegeriyan nuqteyên ku vala kirbûn
14 nîsan, 2021   11:25
ŞHEBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku Hêzên Rûsyayê piştî rojekê nuqteyên xwe vala kiribûn, dîsa vegeriyan.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê îro di saetên nîvro de gotibû ku hêzên alîgirên Îranê di nuqteyên hêzên Rûsyayê ku duh vala kiribûn de bi cih bûne.

Heta niha ne hêzên Rûsî û ne jî hêzên alîgirên Îranê di vê derbarê de tu daxuyanî nedane.

ANHA