SOHR: Piştî vekişîna Rûsyayê hêzên alîgirên Îranê derbasî Şehbayê bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku karwanekî leşkerî yê hêzên alîgirên Îranê derbasî herêma Şehbayê bû.

SOHR: Piştî vekişîna Rûsyayê hêzên alîgirên Îranê derbasî Şehbayê bûn
14 nîsan, 2021   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji bakurê Helebê, ragihand ku karwanekî leşkerî yê alîgirên Îranê di saetên sibê de derbasî herêma Şehbayê ya bakurê Helebê bû. Karwanê leşkerî ji çekên giran û madeyên lojîstîk pêk dihat.

Li gorî çavkaniyan, armanca sereke ji derbasbûna hêzên girêdayî Îranê, parastina bajarokên Nubul û Zehra ye ku welatiyên Şîe tê de dijîn.

SOHR`ê duh vekişîna karwanên girêdayî Rûsyayê ji baregehên Til Rifet û Keştear ên bakurê Helebê belge kiribû.

(kc)