Li Cerabilusa dagirkirî mayinek teqiya

Li herêma pîşesaziyê ya bajarê Cerabilusê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, mayinek teqiya.

Li Cerabilusa dagirkirî mayinek teqiya
14 nîsan, 2021   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh li herêma pîşesaziyê ya bajarê Cerabilusê ya bakurê Helebê, mayinek bi erebeyekê de teqiya.

Li gorî SOHR'ê ji ber tevliheviya ku li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, li bajarê Babê duh cenazeyê ciwanekî li navenda bajêr hate dîtin.

(dx)