Hêzên hikumeta Şamê topbarana "herêma bêçek" dewam dike

Hêzên hikumeta Şamê îro careke din bajarokên li gundewarên Hema û Idlibê, topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê topbarana "herêma bêçek" dewam dike
13 nîsan, 2021   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê deverên li derdorê Enkawî û deverên din ên Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, her wiha eniyên şer ên li gundewarê başûrê Idlibê û Çiyayê Zawiyê bi dijwarî topbaran kir. Der barê encama topbaranê tu agahî nehatin bidestxistin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku li herêma qaşo "bêçek" tevgera balafirên keşfê yên nenas û tevgera balafirên şer ên Rûsyayê hebû.

(cx)