Sedema şewata stasyona Dirbêsiyê dewleta Tirk e

Saziya Kehrebeyê ya navçeya Dirbêsiyê tekez kir ku şewata ku di stasyona kehrebeya navçeyê de çêbû, ji ber dewleta Tirk û çeteyên wê zêdetirî miqdarê ku li ser hatiye lihevkirin dizîn.

Sedema şewata stasyona Dirbêsiyê dewleta Tirk e
13 nîsan, 2021   13:15
HESEKÊ

Şevê din agir bi stasyona kehrbeyê ya navçeya Dirbêsiyê ket û ji ber wê jî kehrbe ji ser navenda navçeyê û gundewarên wê qut bû. Werşeyên pîşeyî jî dest bi sererastkirina zirar û stasyonê kir da ku kehrebeyê vegerînin.

/ar/uploads/files/2021/04/13/123710_2021-4-13-alderbasiya-muhta-kehrbr-seoti-28629.webp

Di encama şewatê de 4 tabloyên kehrebê yên sereke ji xizmetê derketin û ew tablo jî yên ku kehrebeyê didin navçeyê û gundewarên wê û stasyona Elok jî.

/ar/uploads/files/2021/04/13/123734_azyz-slyman.webp

Hevserokê saziya kehrebeyê ya navçeya Dirbêsiyê Ezîz Silêman diyar kir ku sedema şewatê barê zêde ya li ser stasyonê bû, ji ber dewleta Tirk û çeteyên wê zêdetirî miqdarê ku li ser hatiye  lihevkirin, didizin.

/ar/uploads/files/2021/04/13/123751_2021-4-13-alderbasiya-muhta-kehrbr-seoti-28729.webp

Ezîz Silêman destnîşan kir ku lihevkirin bi rêya navbeynkarê Rûsya ku derfetê dide dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku 5 mîgawat ji enerjiya kehrebeyê bigire, lê dewleta Tirk a dagirker 7 mîgawat didize û ji ber wê jî stasyon şewitî.

Ezîz Silêman tekez kir ku werşeyên pîşeyî yên girêdayî desteya enerjiyê dest bi sererastkirina stasyonê kirine da ku têkeve xizmetê.

(bx)

ANHA