Rêveberiya Xweser: Pîrozkirina Çarşema Sor têkoşîna ji bo parastina mîrasa dîrokî ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û diyar kir ku pîrozkirina Çarşema Sor têkoşîna ji bo parastina nasnameya dîrokî ya êzidiyan e.

Rêveberiya Xweser: Pîrozkirina Çarşema Sor têkoşîna ji bo parastina mîrasa dîrokî ye
13 nîsan, 2021   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Cejna Çarşema Sor îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek peyamek weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin:

"14`ê Nîsanê Cejna Çarşema Sor anku sersala êzidyan e. Ev roj xwedî nirxên dîrokî û olî yên kûr e û resenî û nasnameya dîrokî ya birayên me yên êzidî nîşan dide. Her wiha tê wateya vejîn û nûbûna jiyanê di buharê de.

Ev cejn û cejnên din wekî dewlemendiya çandî, dîrokî û olî ya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya pirreng, tê hesibandin. Her wiha hevkariya di navbera pêkhateyên gelê me de nîşan dide. Her mîrasekî çandî û olî ya her pêkhateyekê bedewiyê li pêkhateyên din zêde dike, ji ber ku gelê me xwedî kevneşopî û çandeke hevbeş e.

Em Cejna Çarşema Sor li gelê xwe yê êzidî û li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Ev cejn, cejna vejandina nasnameya dîrokî û olî ya êzidiyan e û pîrozkirina vê cejnê têkoşîna ji bo parastina mîrasa dîrokî rave dike, ku gelek hêzan hewl da êzidiyan qir bikin û hebûna wan tune bikin.

Em ji gelê xwe hêvî dikin ku di pîrozbahiyên xwe de ji bo parastina tenduristiya giştî, tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê pêk bînin.

Her wiha em hêvî dikin ku di cejna bê de, em van astengiyan derbas bikin. Em şadî û hezkirinê ji her kesî re hêvî dikin."

(şx)

ANHA