Luxembourg hişyarî da desthilatdariya Erdogan

Wezîrê karên derve yê Luxembourgê diyar kir ku heke Recep Tayyîp Erdogan zordestiya xwe bidomîne, divê YE yekitiya gumrikê û pergala dayîna vîzeyan ji Tirkan re nû neke.

Luxembourg hişyarî da desthilatdariya Erdogan
10 nîsan, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Luxembourgê Jean Assemborn di hevpeyvîneke li gel bi AFP`ê de got: “Trenda ku Tirkiyê diyar kiriye gelek metirsîdar e. Erdogan ber bi zordariyê ve diçe û ne amade ye ku têkiliyan bi Yekitiya Ewropayê (YE) re baş bike.”

Ev daxuyanî, piştî ku serokwezîrên Îtalyayê Mario Draghi li ser bûyera ku seroka Komseriya Ewropayê Ursula Gertrud Von Der Leyen ku di civînekê de li Tirkiyê bê kursî ma, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi "dîktator" wesifand, hat dayîn.

Assemborn got “divê der barê gotinên têne bikaranîn de, baldar bin” û Erdogan bi "zordar" bi nav kir.

(şx)