Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê hin deverên li gundewarên Idlibê û Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin
10 nîsan, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê deverên li Fitîra, Sifohin, Kensefra, Filêfil, Benîn û deverên din li gundewarên başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran deverên El-Enkawî û Qilêdîn li deşta El-Xab ên gundewarên bakurê rojavayê Hemayê hedef girtin. Tu agahî der barê birîndaran de tune ne.

SOHR'ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê herêmên li derdora bajarê Erîha ya başûrê Idlibê, deverên din ên El-Bar li çiyayê El-Zawiyê kirin armanc. Her wiha hêzên hikumeta Şamê piştî nîvê şevê herêmên Fitîra, Sifohin, El-Bar, deverên Kansefra û Filêfil ên gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin. 

(dx)