Komîteya Mafên Mirovan a Lîbyayê banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyî ya Lîbyayê banga bilezkirina karê şandeya çavdêrên navneteweyî kir ku çavdêriya agirbestê û derxistina çeteyan ji Lîbyayê dike.

Komîteya Mafên Mirovan a Lîbyayê banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kir
10 nîsan, 2021   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyî a Lîbyayê ji komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) xwest ku bi lez bendên din ên agirbestê temam bikin.

Di destpêka van daxwazan de, derxistine çeteyan û pisporên biyanî ji Lîbyayê, cih digirin.

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyî bi daxuyaniyekê li ser Facebookê banga rawestandina lihevkirinên der barê hevkariya leşkerî û ewlehiyê de kir ku di dema şerê çekdarî de, vekirina rêya peravê, çareserkirina dosyayên girtiyan, her wiha eşkerekirina çarenûsa tevahî windahiyan li ser hatibûn lihevkirin.

Her wiha Komîteya Mafên Mirovan bang li Meclisa Ewlekariyê ya Navneteweyê û şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya piştgiriya Lîbyayê kir ku karê şandeya çavdêrên navneteweyî bi lez bike ku çavdêriya agirbestê dike û erkên wê firehtir bike da ku çavdêriya derxistina çetayan bike û destekê bide xebatên komîteya 5+5 ên di vî warî de.

(dx)