Washington soz da ku gelek hêzên xwe ji Iraqê vekişîne

Washingotinê bi rêya gera sêyemîn ji diyaloga stratejî ya Amerîka û Iraq ku îro dest pê kiriye, li ser vekişandina hêzên xwe yên şer ên li Iraqê mayî, erê kir.

Washington soz da ku gelek hêzên xwe ji Iraqê vekişîne
7 nîsan, 2021   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Washingot û Bexdayê bi daxuyaniyeke hevbeş piştrast kir ku dê li hember serweriya Iraq û aştiya xaka wê rêzdar bin.

Her du aliyan li ser xurtkirina hevkariya û xurtkirina aboriyê teqez kir û niyeta xwe ya berdewama hevkarî û koordînaya ewlehiy nû kir. Her du aliyan li ser rêbaza herî ya ferzkirina hikumeta Iraqê ya amûrên parastina xwepêşandêran nîqaş kir.

Li aliyekî din jî Washingotinê ragihand ku ew ê piştevaniya giştî ji Iraqê re di dabînkirina çareseriyên mayînde ji koçberan re, berdewam bike.

Li aliyekî din jî di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên Amerîkayê yên li Iraqê mane, bi banga ji Bexdayê ji bo piştevaniya ewlehiya Iraqê hatine.

Iraqê jî piştrast kir ku ew pabendî parastina ferdên Koalîsyona Navneteweyî û avahiyên wê ye.

(fr)