Bi dîmen…sûcên çeteyan li dijî niştecihên Serêkaniyê

Çeteyên Firqet Hemzat û çeteyên Firqet El-Muitesim ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi dehan malbatên ku li Serêkaniyê bi cih bûne, derxistin. Ji ber mêrên di wan malbatan de tev li komên çeteyan nabin. Her wiha hin jî bi bihaneyên ku ne girêdayî beşên ku çeteyan di nava xwe de par ve kirine, hatin derxistin.

Bi dîmen…sûcên çeteyan li dijî niştecihên Serêkaniyê
5 nîsan, 2021   21:01
HESEKÊ

AHAN'yê hin dîmenên ku tê de hin malbatên ji Dêrazorê xuya dikin bi dest xistin, ku berê dewleta Tirk û çeteyên wê ew malbat li Serêkaniyê û li malên şêniyên Serêkaniyê yên koçber bi cih kiribûn. Ew dibêjin ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ew ji mal bi der xistine. Ji ber tev li komên çeteyan nabin û hin jî bi bihaneya ne girêdayî beşên ku çeteyên Hemzat û El-Muitesim lê serwer in hatin derxistin. Bi wê re neçar man ku li dibistaneke bajêr cih bibin.

Welatiyek di dîmen de dibêje ku ew 10 zarokên sêwî xwedî dike û çeteyan ji ber sedema ku tev li komên çeteyan nebûye, ew bi der kir û wiha got: "Ez ê çawa tev li koman bibim û 10 zarokên sêwî xwedî dikim, kî yê van xwedî bike, heke tiştek bi min hat?"

Di dîmen de bi dehan zarok û jin ên ku ji mal hatine derxistin, digirîn.

Dîmen û axaftina wan malbatan piştrast dike ku ew piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajar dagir kir, derbasî bajêr bûne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y3IN59MJazE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>