'Dewleta Tirk û hikumeta Şamê şerê taybet li dijî herêmê dimeşînin'

Şêniyên Kobanê got, kêmkirina asta ava çemê Firatê ji aliyê dewlet Tirk ve û ferzkirina dorpêçê ji aliyê hikumeta Şamê ve ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêbazên şerê taybet in. Şêniyan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û li hember sûcên ku li dijî gelê herêmê pêk tên, bisekine.

'Dewleta Tirk û hikumeta Şamê şerê taybet li dijî herêmê dimeşînin'
6 nîsan, 2021   04:23
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi tevahî rêbazan ji şerê leşkerî bigire heta bi rêbazên şerê taybet şerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ji wan rêbazan kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ya ku diherike xaka Sûriyê, li aliyekî din jî hikumeta Şamê li ser şênî û bazirganan dergehan digire û dorpêçê li ser gel ferz dike.

Girêdayî wê, dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî gelê herêmê, digel bêdengiya civaka navneteweyî berdewam dike û hikumeta Şamê jî heman zihniyeta ku dewleta Tirk li dijî herêmê pêk tîne, bi kar tîne. Lê gel têkoşîn û berxwedanê li hember tevahî siyasetên bi armancên şikandina vîna wan, didomîne.

Têkildarî wê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember sûcên li dijî herêmê pêk tên û bêdengiya navneteweyî li hember wan sûcan bi hêrs bûn û bertekên xwe nîşan dan.

‛GELO EW JI SÛCÊN DEWLETA TIRK QEBÛL IN?’

/kr/uploads/files/2021/04/05/203234_-.webp

Şêniyê bi navê Mihemed Sadiq Elûş ê ji Kobanê anî ziman ku dewleta Tirk ji dema Osmaniyan ve û heta niha gelê herêmê dike armanc û got: "Gelo dewleta Tirk ew qas bi hêz e ku tevahî dewlet jê ditirsin û li hember sûcên li dijî gelê herêmê bê deng in? yan sûcên dewleta Tirk li kêra wan diçin?"

Elûş destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan çi leşkerî yan jî siyasî an bi rêya şerê taybet dibe bila bibe şerê gelê herêmê dike û niha bi qutkirina ava Firatê siyaseta birçîkirina gel dimeşîne.

Elûş da zanîn ku ew gelê aştîxwaz e û êrişî tu kesî nakin û wiha domand: "Bi xwîna zarokên xwe me cîhanê ji terorê rizgar kir û parastina mirovahiyê dikin. Em banga biratiya gelan dikin û dibêje çima cîhan li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê me bê deng e?"

Li ser girtina dergehan ji aliyê hikumeta Şamê ve, Elûş wiha berdewam kir: "Em parçekirina Sûriyê naxwazin, lê belê dixwazin bi ewle bijîn. Lê hikumeta Şamê bi girtina dergehan û ferzkirina dorpêça li ser herêmê, heman zihniyeta dewleta Tirk a dijberî gelê herêmê bi kar tîne."

‛TU KES NIKARE VÎNA GELÊ ME BIŞIKÎNE’

/kr/uploads/files/2021/04/05/203252_-.webp

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Mistefa Temo yê ji Kobanê wiha got: "Qutkirina ava çemê Firatê li ser herêmê û girtina tevahî dergehan, sûcên eşkere yên li dijî gelê herêmê, li dijî mirovahiyê û li dijî tevahî aliyan e. Lê dewletên ku wan sûcan pêk tînin, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî pêk tînin."

Temo piştrast kir ku armanca wan siyasetan tirsandin û birçîkirina gelê herêmê ye, da ku vîna wan bişikînin û bidin koçberkirin û got: "Vîna gel xurt e û tu kes nikare vîna wan bişikîne.''

‛DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ LI HEMBER SÛCÊN LI DIJÎ HERÊMÊ, JI BÊDENGIYA XWE BI DER KEVE’

/kr/uploads/files/2021/04/05/203315_-.webp

Di vî warî de, şêniyê bi navê Elî Mijko yê ji Kobanê wiha got: "Qutkirina ava çemê Firatê, girtina dergehan û ferzkirina dorpêçê li dijî herêmê, ji siyasetên li dijî gel û mirovahiyê ne û tu girêdana xwe bi siyaset û şer re tune ne."

Mijko bêdengiya navneteweyî ya li dijî gelê herêmê şermezar kir û bang kir ku ji bêdengiya xwe bi der keve û fişarê li dewleta Tirk û tevahî aliyên ku li dijî gelê herêmê sûcan pêk tîne bike, da ku siyasetên şerê taybet rawestînin.

Li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê, tevî bangawaziyên gel ên şikandina bêdengiyê, civaka navneteweyî hîna jî bê deng e.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ey5dS7ma2M8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>