​​​​​​​Li Holê serçeteyekê xeternak ê DAIŞ'ê hate girtin

Yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê serçeteyekî herî xeternak ê DAIŞ'ê girt.

​​​​​​​Li Holê serçeteyekê xeternak ê DAIŞ'ê hate girtin
5 nîsan, 2021   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên berpirsên Yekîneyên Antî- Terorê ji ANHA'yê re diyar kir ku li gorî agahî û lixwemukirhatinên şaneyên DAIŞ'ê yên ku hatine girtin, yekîneyên wan operasyoneke li dar xistin. Di encamê de serçeteyekê DAIŞ'ê yê herî xeternak ku berpirsê şaneyên DAIŞ'ê li Holê ye bi navê Ehmed Xaşai (Ebû Xalid) hate girtin.

Heman çavkanî diyar kir ku serçete Ebû Xalid ji parêzgeha Embar a Iraqê ye, sala 1992'an ji dayik bûye û serçeteyekê herî xeter ê DAIŞ'ê li Holê ye.

ANHA