Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş: Her ku êriş dikin em xurttir dibin

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku armanca rejîma AKP/MHP'ê ew e ku partiya wan ji siyaseta demokratîk dûr bixin lê belê li gel hemû êrişênl li dijî partiya wan jî her ku diçe xurttir dibin.

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş: Her ku êriş dikin em xurttir dibin
6 nîsan, 2021   01:56
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Wekîla serokatiyê ya koma HDP'ê û parlamenter Meral Daniş Beştaş diyar kir ku bi rêbazên cuda yên êrişan û hewldanên girtinê dixwazin HDP’ê ji siyasetê dûr bixin lê ji ber ku delîlên sûc tune ne, bawer nake ku girtineke bi vî rengî pêk were.

Der barê êrişên li ser HDP’ê de ku di demên dawîn de zêde bûne, Meral Daniş Beştaş ji servîsa Tirkî ya ANHA’yê re axivî.

Beştaş got: “Ev demeke dirêj e li dijî HDP'ê êrişeke sîstematîk heye. Dem bi dem bi hincetên cuda êriş dikin.  Tu eleqeya van êrişan bi hiqûqê re nîn e. Ev êriş di demên dawîn de zêde bûne. Hikumet amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext berdewam dike. Yekane armanca wan domandina desthilatdariyê ye. AKP/MHP dixwaze vê rejîma zordar û totalîter bidomîne. Hewl didin partiya me ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin, ji siyaseta demokratîk dûr bixin. Partiya me di hilbijartinê de xwedî roleke diyarker e. Hikumet, li şûna ku di hilbijartan de bi me re hevrikiyê bike, dixwaze dadgeriyê wek navgîneke zordariyê li hemberî me bi kar bîne.”

‘BERTEKÊN EWROPAYÊ QELS IN’

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku bertekên welatên Ewropayê yên li hemberî van êrişan qels in û wiha dewam kir: “Em xebatên xwe yên dîplomatîk berdewam dikin. Em nêrînên xwe bi wan re parve dikin. Dema ku bloka AKP/MHP'ê êrişî me dike, di heman demê de sozeke cuda dide cîhana derve jî. Di ser S-400'an re jî bi DYA'yê re tansiyonek heye. Eşkere ye ku cîhanê bersiv nedaye bloka AKP/MHP'ê. Ji ber ku berjewendiyên wan ên navneteweyî hene. Mixabin ev yek di siyaseta navxweyî de jî xwe nîşan dide.”

‘DENGÊN ME ROJ BI ROJ ZÊDE DIBIN’

Têkildarî berteka gel a li hemberî zextên li ser HDP’ê jî Beştaş got: “Em dibînin ku dengên me roj bi roj zêde dibin, piştgiriya ji bo me mezin dibe, hevgiriyê mezin dikin. Mînaka vê ya dawîn jî ew bû ku bi milyonan kes di Newrozê de daketin qadan û li gel her cure zext, gefên destgîrkirinê û astengiyan jî HDP parast.”

‘DOZA LI DIJÎ GERGERLÎOGLU NE QANÛNÎ YE’

Meral Daniş Beştaş bal kişand ser girtina parlamentere HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu jî û wiha axivî: “Dosyaya doza Omer Faruk Gergerlîoglu ji destpêkê heta dawiyê dosyayek ne qanûnî ye. Dosyayeke dozê ku piştî parlamenteriyê divê were rawestandin, ji ber ku di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de ye. Li şûna rawestandina dosyaya dozê, dozê dewam kir û li parlamentoyê bi lez û bez hat xwendin û parlamenteriya wî hat betalkirin. Ev hemû biryarên siyasî ne. Tu bingeheke vê ya hiqûqî nîn e.”

Beştaş destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bê navber berdewam bikin û got: “Biryardariya me ya ji bo vê yekê gelekî zelal e. Her ku diçe gel li dora me kom dibe, tora hevgirtinê berfireh dibe û hêza me bi awayekî zêde berdewam dike. Ji ber ku her kes vê dibîne û qebûl dike ka HDP çi qasî mafdar e. Em ê li ser xeta xwe ya têkoşînê siyaseta demokratîk mezin bikin.”

‘HDP NAYÊ GIRTIN’

Têkildarî hewldanên girtina HDP’ê jî Meral Daniş Beştaş wiha got: “Beriya her tiştî dê HDP neyê girtin. Ez ji vê bawer dikim. Baweriya min ne xwestekeke vala ye. HDP li Tirkiyê xwedî ji sedî 15’ê dengan e. Em sêyemîn partiya herî mezin in. Li hemberî hemû gendeliyan em amade ne ku siyaseta sivîl bidomînin.”

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş di dawiyê de wiha lê zêde kir: “Ez dixwazim vê bangê li gelên Tirkiyê bikim; bêguman ew hêz bi dawî bûye. Gelekî girîng e ku li hemberî vê yekê tirs, xemsarî û bêhêvî çênebe. Em bi hev re ji vê hêzê gelekî zêdetir in û em xurt in.”

ANHA