Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bi belavkirina xelatan bi dawî bû

Mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê bi ragihandina navên kesên di mîhrîcanê de bi ser ketine û belavkirina xelatan bi dawî bû.

5 nîsan, 2021   19:45
QAMIŞLO

Mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê di 27’ê Adarê de dest pê kiribû û dihat payîn ku di 6’ê Nîsanê de bi dawî bibe. Lê belavbûna vîrusa Koronayê li herêmê hişt ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derkeftina derve li gelek herêman ferz bike. Ji lew re komîteya amadekar a mîhrîcanê îro çalakiyên xwe bi dawî kirin.

Bi beşdariya girse ya gel, çalakiyên bidawîbûna mîhrîcanê bi pêşandana şanoya "Veger" dest pê kir. Koma Efrîn"Afrinerên Hêviyê" tê de lîst û şano nêzî 6 deqeyan berdewam kir.

Dûvre koma ji Reqayê hatiye  şanoyeke gelêrî bi navê "Angaşta Siyê" pêşkêş kir. Şano nêzî 10 deqe bû. Piştre jî koma Botan mûzîk û stran pêşkêş kirin.

Li pey wê jî sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) hate pêşandan.

Piştî sînevîzyon bi dawî bû, komîteya nirxandinê ya taybet bi mîhrîcanê 3 teqdîrname da Himêdî El-Ebosî ji bo şanoya "Madeya Sêyem", Hêlîn Selîm ji bo şanoya "Aştî di baskên teyran de ye" û koma Tolhildan a Xweser ji bo şanoya "Qêrîn".

Li aliyekî din jî şanoya "Rihên şewitî" weke nivîsa şanoyê ya herî baş hate xelatkirin û xelata herî baş ji bo amadekirina şanogerê şanoya "Madeya Sêyem" hat dayîn û xelata herî baş a sînografîkê ji bo şanoya "Aştî di baskên teyran de ye" hate dayîn.

Hêvîdar Şêx Seidon xelata lîstokvana yekem di şanoya "Venasîn" de wergirt, Rabîn Hesen Kilkawî xelata lîstokvanê yekem di şanoya "Rihên Şewitî" de wergirt.

Lorîn Ehmed xelata lîstokvana duyemîn wergirt û Mihemed Seîd Yûsif xelata lîstokvanê duyemîn di lîstina rola Şawîş de wergirt.

Mihemed Resûl li ser şanoya "Venasîn", xelata derhunerê herî baş wergirt û şanoya"Qamimeqamê nû" xelata şanoya ku herî baş hatiye pêşandan wergirt.

Li dawiyê jî komîteya nirxandinê ya taybet bi mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol xelata taybet bi xebata kolektîf belav kir û ji para şanoya "Derî" bû.

(fr)

ANHA