Komîteya Azadiya Rêbertî bi şêniyên Helebê re civiya

Komîteya Azadiya Rêbertî bi diruşmeya "Rojbûna rêber Apo rojbûna Rojhilata Navîn a demokratîk a nû ye" civînek ji şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re li dar xist.

Komîteya Azadiya Rêbertî bi şêniyên Helebê re civiya
Komîteya Azadiya Rêbertî bi şêniyên Helebê re civiya
Komîteya Azadiya Rêbertî bi şêniyên Helebê re civiya
Komîteya Azadiya Rêbertî bi şêniyên Helebê re civiya
5 nîsan, 2021   15:00
HELEB

Civîn di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de li hola Elwan a herêma Şiqêf a Helebê hate lidarxistin. Hola civînê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî civînê bûn.

/ar/uploads/files/2021/04/05/140607_mzkyn-ahmd.webp

Ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Komîteya Azadiya Rêbertî Mizgîn Ehmed axivî û li ser rojbûna rêber Abdullah Ocalan got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna rêbertî wekî roja xilasiya ji pergalên desthilatdar dibînin, ji ber ku gel bi fikirê azad ê rêbertî dikarî li hemberî van pergalan bisekinin û banga mafên xwe yên hatiye çewistandin bikin."

Mizgîn Ehmed diyar kir ku dewletên hegemon ên ku hewl didin destwerdanê li kar û barên Rojhilata Navîn bikin ji fikirê rêber Abdullah Ocalan ê ku banga biratiya gelan û neteweya demokratîk dike, ditirsin û got: "Ji ber ku projeya neteweya demokratîk ne li gorî pergalên desthilatdar e, ji ber vê yekê wan dewletan komplo li dijî rêbertî pêk anîn û di encamê de rêbertî dîl hate girtin û di girîtgeha Îmraliyê de ye."

Endama Komîteya Azadiya Rêbertî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi zanebûn tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan giran dike û di nava bêdengiyeke navneteweyî ya şermok de tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike. Ev bêdengî dide diyarkirin ku ferzkirina tecrîdê li ser rêbertî erê dikin."

Mizgîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Pêngava me ya bi diruşma 'Dem dema azadiyê ye', ji bo xurtkirina têkoşîn û berxwedanê heta azadkirina rêbertî ye."

/ar/uploads/files/2021/04/05/140629_amnh-khdhr.webp

/ar/uploads/files/2021/04/05/140701_jmyl-mhmd.webp

Bi navê Komîteya Azadiya Rêbertî Amîna Xidir bi zimanê erebî û Cemîl Mihemed bi zimanê kurdî axivîn, îşaret pê kirin ku pergalên serdest Kurdistanê dabeşî çar parçeyan kirin da ku hebûna kurdan tune bikin

Her wiha hate gotin: "Rojbûna rêber Abdullah Ocalan ronî da tevahî cîhanê û gelê Kurd bi taybet. Bi milyonan mirov li cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet fikir û felsefeya rêbertî hilbijartine, ji ber ku ev fikir banga azadiya gelên bindest dikin. Lê pergalên desthilatdar bûn yek û komployeke li dijî wî pêk anîn da ku wî ji cîhanê qut bikin û ramanê wî bi dawî bikin. Lê bi hezaran ji şêniyên herêmê xwedî li îdeolojiya rêbertî derketin û projeya wî ya neteweya demokratîk temam kirin."

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, banga girîngiya serhildanê li hemberî sûcên dewleta Tirk kirin û gotin, rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina gelan ji sîstemên desthilatdar tê dikoşe û banga jiyana hevbeş dike.

Civîn bi berzkirina diruşmeyên silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA