Li Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi hevkariya Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê bi wesîleya rojbûna rêber Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist.

Li Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
Li Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
Li Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
Li Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
Li Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
Li Minbicê rojbûna rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
5 nîsan, 2021   14:23
MINBIC

Şahî li Stada Beledî ya navenda bajar bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/04/05/134526_shhrbyan-jawysh.webp

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê Şehrîban Çawîş axivî û wiha got: "Bi beşdarbûna tevahî pêkhateyan, zarok û malbatên şehîdan em li vir kom bûne da ku rojbûna rêber Ocalan pîroz bikin."

Şehrîban Çawîş banga pêkanîna fikirê rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina nifşekî ku li ser xeta azadî, aştî û biratiyê dimeşe kir û wiha got: "Nifşê pêşerojê bingehê avakirina civakeke demokratîk, edaletî û wekheviyê ye."

/ar/uploads/files/2021/04/05/134505_mhmd-aly-alabw.webp

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarê wê Elî El-Ebo got, rêber Abdullah Ocalan bi fikirê xwe yê dewlemend ku banga biratî û jiyana hevbeş dike, aştiya navxweyî di navbera pêkhateyan de xurt kir. Her wiha got: "Bi vî fikirî em civakeke azad, bi edalet û wekhev ku hemû pêkhate û beş di rêvebiran wî de cih digirin, ava dikin."

Piştî axaftinan, Koma Malbatên Şehîdan a Stranan, straneke li ser rojbûna rêber Abdullah Ocalan gotin, komeke ji Helebê hunerên Helebî pêşkêş kirin. Her wiha Koma Malbatên Şehîdan a Şanoyê şanoyek bi navê "Keça Şehîd" pêşkêş kir.

Di dawiya şahiyê de diyarî li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-ldZwsNJA3U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>