Li Tirbespiyê rûniştina yekemîn a doza destdirêjiya li dijî zarokekê li dar ket

Li navçeya Tirbespiyê rûniştina yekemîn a darizandina tecawizkarê zarokekê li dar ket.

Li Tirbespiyê rûniştina yekemîn a doza destdirêjiya li dijî zarokekê li dar ket
5 nîsan, 2021   14:10
QAMIŞLO

Dadgeha Gel a navçeya Tirbespiyê dest bi darizandina sûdarê ku destdirêjî li dijî zarokekê kiribû, kir. Di rûniştina yekemîn de gelek aliyên gilî li dijî sûcdar kirine, amade bûn; Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star a Tirbespiyê û Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rûniştin ji ragihandinê re girtî hate lidarxistin, di rûniştinê de lixwemukirahtinên tawanbar û hevjîna wî û aliyên gilîker hatin guhdarkirin.

Endama rêveber a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Reşo destnîşan kir ku ew weke aliyê gilîker beşdarî rûniştina yekemîn bûne û ji dîwana adaletê xwest ku li dijî tecawizkar cezayên tund ferz bikin, heke doz  li ser wî hate îsbatkirin.

Temenê zaroka ku destdirêjiya cinsî lê hatiye kirin (4), lê li gorî Nivîsgeha Çapemeniyê ya Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, malbata zarok di 27’ê Sibata borî de doza li dijî kesê destdirêjî lê kiriye, vekir.

Nivîsgehê got, destdirêjî li mala sûcdar çêbû, ji ber hevjîna wî mala xwe kiribû dayîngeh. Mala wî li Tirbespiyê ya navçeya Qamişloyê ye.

Gelê li hember vê yekê bi hêrs bû û şêniyên navçeya Tirbespiyê di 1’ê Adarê de li pêş avahiya Dadgeha Gel xwepêşdan li dar xist da û banga ferzkirina cezayên herî tund  li dijî, kir.

Rûniştina duyemîn a darizandinê dê di çend rojên pêş de were lidarxistin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SGB_bseKDNQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>