Di operasyonên taybet li kampa Holê de, serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Yekîneyên Antî Teror di roja 4`emîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kiribû, di operasyonên taybet de 2 serçeteyên şaneyên DAIŞ`ê di Kampê de girtin.

Di operasyonên taybet li kampa Holê de, serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
31 adar, 2021   06:35
HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Yekşema borî des bi operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li kampa Holê (45 km rojhilatê bajarê Hesekê) kir. Armanca wê ew bû ku bandora şaneyên DAIŞ`ê bi dawî bike û wan di hundirê kampê de tune bike.

Tîmekê ji Yekîneyên Antî Teror (YAT) şevê din di saet 01:30`ê de du operasyonên taybet li beşa 5`emîn pêk anîn. Operasyon li dijî berpirsên çeteyên DAIŞ`ê yên di kampa Holê de pêk hat.

Operasyonê du saetan dewam kir. Operasyona yekemîn li dijî serçeteyê şaneyeke leşkerî ya DAIŞ`ê di kampê de pêk hat û ya duyemîn jî li dijî serçeteyê şaneya ewlehiyê pêk hat. Operasyon bi alîkariya balafirên bê mirov a yekîneyan hate kirin, ji berk u kesên hatibûn hedefgirtin ji zêdetirî nuqteyekê ber bi nuqteyên din ve direviyan. Di encamam operasyonê de her du serçete hatin girtin.

Li kampa Holê di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de car caran operasyonên ewlehiyê ji aliyê YAT`ê ve têne kirin û ev yek li gorî lixwemukurhatin û agahiyên ji çeteyên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine girtin, pêk tê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 3 rojên borî yên operasyonên kontrolkirin, lêkolîn û lêgerînê de di beşa yekemîn, duyemîn, sêyemîn û heftemîn a kampê de ku ji 8 beşên sereke pêk tê, bidawî kir

Di encama operasyona 3 rojan de zêdetirî 70 çeteyên DAIŞ`ê û jinên ku weke şaneyên wan di nava kampê de dixebitîn, hatin girtin.

(bx)

ANHA