Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 4`emîn de didome

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku bi armanca paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ`ê hatibû destpêkirin di roja 4`ê de li beşa 4`emîn, didome.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 4`emîn de didome
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 4`emîn de didome
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 4`emîn de didome
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di roja 4`emîn de didome
31 adar, 2021   04:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka YPJ, YPG û QSD`ê ji bo paqijkirin û bêbandorkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ`ê, Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin. Operasyona di roja 4`ê de li beşa 4`emîn didome.

Li gorî daxuyaniya fermî ya hêzên ewlekariya hundirîn a du rojên destpêkê 53 çete ku di nav de 5 serçete ne hatine girtin û gelek telefon, leptop, gule û amûrên teqemeniyê hatine desteserkirin.

Duh êvarî jî piştî qedandina roja sêyemîn a operasyonê, hêzên ewlekariyê da xuyakirin ku hêzên wan 14 çeteyên DAIŞ`ê û 11 jinên DAIŞ`î girtine, her wiha pergaleke teqemeniyê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû veşartin hatiye desteserkirin. 

Her wiha xebatên nûkirina belgeyên niştecihên kampê hîna berdewam in. Ji roja yekemîn a operasyonê ve heta niha belgeyên 11 hezar û 747 kesan jêrî 15 salî hatin nûkirin û hîna jî berdewam e.

Operasyon di roja 4`emîn de dewam dike.  

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TCW7-c53eqo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>