Dewleta Tirk nahêle Ҫîҫek Kobanê bi malbata xwe re biaxive

Dayîka Ҫîҫek Kobanê got desthildarên Tirk nahêlin keҫa wê peywendiya telefonê pê re deyne û bang li hiqûqnas, parêzer û rêxistnên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk belge bikin.

Dewleta Tirk nahêle Ҫîҫek Kobanê bi malbata xwe re biaxive
31 adar, 2021   06:09
KOBANÊ

Dewleta Tirk pişît 2 salan ji girtina Çîçek Kobanê û darizandina 6 caran di dirêjahiya 2 salan de, cezaya heta bi hetayê li Çîçek Kobanê birî.

Ҫîҫek Kobanê (Dozgîn Temo) li bajarê Kobanê sala 1997 ji dayik bûye. Şervana QSD’ê bû. Di êrişên dewlet a Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundê Mişêrfê yê girêdayî Eyn Îsayê de birîndar dibe û dîl tê girtin, piştre çete wê radestî dagirkeriya Tirk dikin.

Li dijî biryara dewleta Tirk a dagirker a cezaya heta bi hetayê li dijî Çîçek Kobanê gelek bertek ji aliyê gel û warê siyasî ve derketin. Her wiha ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina cezaya muebedê ya li dijî Çîçek Kobanê gelek daxuyanî hatin dayîn.

Beriya demekê, dayîka Çîçek Kobanê gotibû ku ew cezaya li dijî keça xwe qebûl nake û bi derqanûnî wesif kiribû û bang li tevahî rêxistinên hiqûqî kiribû ku destwerdanê bikin û cezaya li dijî keça wê rawestînin.

PEYWENDIYA BI MALBATÊ RE QEDEXE YE

Ҫîҫek Kobanê, beriya ku ceza lê were birîn her hefteyê carekê bi malbata xwe re diaxivî, lê ji hefteya beriya ku ceza lê were birîn û vir ve hîna tu carî bi malbata xwe re nektiye peywendiyê û sedem jî nayê zanîn.

Dayîka Ҫîҫek kobanê, Wehîde Osman ji ANHA'yê re axivîbû û gotibû keҫa wê her roja pêncşemê bi wan re diaxivî, lê belê ji 3 hefteyan û vir ve peywendî pê re qut bûye, ango beriya birîna cezaya muebedê bi hefteyekê, peywendî qut bû.

Wehîde Osman da zanîn ku dema telefonê tenê 10 deqe bûn û piştî belavbûna vîrusa koronayê û qedexekirina serdanan ji girtîgehan re dema telefonê bû 20 deqe.

Wehîde Osman diyar kir ku heta niha ew sedema qedexekirina peywndiya bi keça xwe re nizanin.

Wehîde Osman bang li parêzerên wê kir ku rewşa keҫa wê û sedemên qedexekirina peywendiyê zelal bikin. Her wiha bang li hiqûqnas, parêzer û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û sûcên derqanunî li dijî girtiyan belge bikin.

Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk zêdetirî 49 kesên din bi behaneya ku piştgiriya QSD'ê yan jî rêveberiya xweser kirine, girtine.

(dm)

ANHA