‘Ji bo serkeftina operasyona li Holê, divê kamp ji nû ve bê dabeşkirin’

Berdevkê eşîra El-Xewatinê got “Ji bo encamgirtina Opreasyona Mirovî û Ewlehiyê divê kamp bi beşên biçûktir bê dabeşkirin, koçberên Sûriyê ji yên Iraqê bên cudakirin, çeteyên DAIŞ`ê bên veqetandin û li başûrê kampê operasyonên ewlehiyê yên domdar bên zêdekirin.”

‘Ji bo serkeftina operasyona li Holê, divê kamp ji nû ve bê dabeşkirin’
29 adar, 2021   06:33
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca bêbandorkirina DAIŞ`ê û tunekirina şaneyên wê li kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê, duh (yekşemê) bi navê ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Têkildarî operasyonê û bandora wê li ser herêma Holê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser banga rûpsî û serokeşîrên herêmê dest pê kir, berdevkê eşîra El-Xewatinê ya Ereban Mehmûd Xelef El-Sebah got: “Operasyona ewlehiyê pir pêwîst bû. Pêwîst e kamp bi temamî bê paqijkirin da ku sûcên lê tên kirin, bi dawî bibin.”

El-Sebah wiha axivî: “Di operasyonê de li kêleka hêzên leşkerî, divê alavên teknolojîk hebin, da ku çek û madeyên teqemeniyê yên li kampê bêne dîtin. Li kampê çekên kalaşnîkov, demançe û bombe jî hene. Min ev çek bi çavên xwe dîtine.”

El-Sebah destnîşan kir ku bi serkeftina operasyonê re dê şêniyên herêmê aram bibin û dê ewlehî li herêmê pêk bê û wiha domand: “Ji dema ku malbatên DAIŞ`ê anîn vê kampê, hema bêje rojane em bûyerên gulebaranê, sûc, kuştin û hewldanên revandina malbatên DAIŞ`î dibînin. Ev bûyer rasterast bandorê li ewlehî û aramiya herêmê dikin û metirsiyê ji gelê herêmê re çêdikin."

El-Sebah di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ev operasyon dê bandoreke erênî li herêmê bike û wiha lê zêde kir: “Lê ji bo ku operasyon bi ser bikeve, divê şêniyên herêmê piştgiriyê bidin vê operasyonê, divê operasyonên ewlehiyê berdewam bikin û kesên li kampê dimînin bi hêzên ewlekariyê re alîkar bin.”

El-Sebah got ji bo misogerkirina serkeftina operasyonê divê kamp bibe beşên biçûk, koçberên Sûriyê ji penaberên Iraqê bên cudakirin, çeteyên DAIŞ`ê bên veqetandin û li aliyê başûrê kampa Holê operasyonên ewlehiyê yên domadar bên zêdekirin.”

Mehmûd Xelef El-Sebah bang li QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî kir ku li wî alî operasyonên ewlehiyê bidin destpêkirin û got: “Ew alî xetereyeke mezin li ser herêma Holê çêdike û ewlehiya herêmê têk dibe. Di serî de jî kampa Holê, ji ber ku şaneyên DAIŞ`ê li wir hene.”

Berdevkê eşîra El-Xewatinê Mehmûd Xelef El-Sebah diyar kir ku divê hêzên ewlekariyê hemû kesên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, muhasebe bike û wan aliyan çi li hundir kampê çi jî li derveyî kampê, tune bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fkem9zZKpF4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>