Vîyan Adar: Rêveçûna operasyona li kampa Holê encamgir e

Ji fermadarên YPJ`ê Viyan Adar li ser Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku li kampa Holê dest pê kiriye, destnîşan kir ku rêveçûna operasyonê heya niha bi encam e ku dê bi kampê re sînordar nemîne. Viyan diyar kir ku parastina kampê ne tenê erka wan, di heman demê erka hêzên cîhanê ye.

Vîyan Adar: Rêveçûna operasyona li kampa Holê encamgir e
29 adar, 2021   06:20
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo bêbandorkirina şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê, duh dabû destpêkirin, bi alîkariya QSD, YPG/YPJ’ê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Têkildarî kitekitên operasyonê ji fermandarên YPJ`ê Viyan Adar ji ANHA’yê re axivî.

Viyan Adar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca operasyonê û got: “Ji bo ewlehiya gelê xwe û cîhanê me ev operasyon li dar xist. Me di aliyê cografî de heya Baxozê DAIŞ têk bir. Ji bo pêşîlêgirtina belavkirina fikirên DAIŞ'ê li kampa Holê gelek malbatên wan çeteyan hatin bicihkirin. Di aliyê cografî de me DAIŞ têk bir, lê me dît ku li kampê û derveyî wê xwe bi rêxstin dikin û xetereyeke mezin ava dikin. Kamp piştgiriya xwe ji derve digire û derve jî piştgiriya xwe ji kampê digire. Ev demeke dirêj e bûyerên kuştinê li vir çêdibin. Ji bo ewlehiya kesên ku li kampê dijîn, me pêwîstî pê dît ku operasyonê li dar bixin. Ev ne operasyoneke leşkerî ye, lê belê operasyona ewlehiyê ye. Bi destpêkirina operasyonê re  kesên li kampê dimînin, hatin agahdarkirin. Beşek ji wan kesan gelek keyfxweş bû. Lê beşek din ku bi fikirên DAIŞ’Ê bawer e û gelek aciz bûye. Heya niha bertek nehatine nîşandan. Em hêvî dikin ku bi aramî ev operasyon berdewam bike. Armanca me ew e ku beriya rojiyê em vê operasyonê bi dawî bikin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandibû ku di roja destpêkê de 9 kes hatin girtin ku di nav de kesên bi endamtiya DAIŞ'ê tên tawanbarkirin jî hene ku navên wan di lîsteya lêgerînê de bûn. Viyan  Adar jî anî ziman ku operasyona wan heya niha encamgir û wiha berdewam kir: “Ew kesên ku çekan derbas dikin, bûyerên kuştinê bi rêxistin dikin, têkiliyan bi derve re dikin, armanca me ya herî esas e ku em vê qirêjiyê ji nav kampê derxin. Em bawer in ku operasyon wê bi serkeftî be. Ev operasyon ne tenê ji bo ewlehiya kampê, di heman demê de ji bo hemû herêmên Rêveberiya Xweser û tevahî cîhanê hat lidarxistin. Rêveçûna operasyonê heya niha encamgir e. Bê guman xetere jî heye. Heye ku êriş bikin lê em ji her tiştî re amade ne.”

'HEM OPERASYONA EWLEHIYÊ YE HEM JÎ YA GIRTINA SICÎLAN E'

Fermandara YPJ'ê behsa qeydkirina navên kes û malbatên çeteyan yên di kampa Holê de dimînin kir û wiha got: “Ji demeke dirêj ve ev kamp heye û em dixwazin hejmara kesên li kampê baş bizanin. Gelek kes lê hatin kuştin, reviyan herêmên dagirkirî. Li kelêka operasyona ewlehiyê, operasyona girtina sicîlan jî çêdibe. Em vê jî wekî erk ji xwe re dibînin. DAIŞ`iyên tundraw sicîlên xwe  yên rast nadin. Ger sicîlên wan ên rast nebin nayê tesbîtkirin ku ew hemwelatiyên ku derê ne, îsbat li ser çênabe. Li ser esasê nasînê DNA û şopa tiliyan, girtina wêneyên çêdibe. Sicîlên nerast didin ji bo ku xwe veşêrin ku bi salan e hinek ji wan xwe wiha veşartine.”

 ‘OPERASYON DÊ BERFIREH BIBIN’

Viyan Adar da xuyakirin ku di demên pêş de dê operasyonên wan berfirehtir bibin û got: “Li derdora kampa Holê de jî gelek xetere heye. Di êriş, revandinên DAIŞ de gelek kesên li derdorê alîkarî dan. Ji bo wê jî ne tenê li kampê, plana me heye ku vê operasyonê berfireh bikin. Beriya kampê ji xwe operasyonên me li dijî DAIŞ'ê li Dêrazorê berdewam dikin. Parçe parçe operasyonên me pêk tên, heya li kampê bi xwe çêbûne û dê dewam bikin.”

‘PARASTIN NE TENÊ ERKA ME YE’

Fermandara YPJ'ê Viyan Adar diyar kir ku parastina kampê erka hemû cîhanê ye û got: “Bi fedakariyeke gelek mezin hêzên me parastina vê kampê dikin. Cîhan bi giştî dizane ku xetereyek gelekî mezin li vê kampê heye. Kengî dê ev biteqe, ne diyar e. Di êrişên li ser Girê Spî û Serêkaniyê de me nikarîbû kampa Eyn Îsayê biparasta. Tenê di bin berpirsyariya me de ev parastin pêk nayê. Li vir jî heman xetere heye. Erka me ya yekemîn pêşengiya parastinê dikin lê erka hemû welatan e ku vî barî bigirin ser xwe. Alîkariya kêm têrî nake. Divê hin zêdetir alîkariyê bikin.”

ANHA   

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b0dWC1ew0RU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>