ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2021
28 adar, 2021   23:00

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê bi boneya salvegera 3'yemîn a damezirandina partiyê şahiyekê li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Leşkerî ya Holê şervanên  ku di berxwedana Til Hemîsê de şehîd bûne, bi bîr tînin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteta Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26'ê Adarê pêngavek da destpêkirin, armanca vê pêngavê zextê li CPT'ê bike ji bo ku erka xwe ya li hemberî tecrîda girankirî ya li ser rêbertî bi cih bîne. Komîteyê bang li saziyên sivakî, siyasî û çandî û tevahî gelên herêmê kir ku beşdarî pêngavê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Qebîleya Fedan Teysîr El-Efad got,  Rûsya peymana Sochiyê bin pê kir û hişt ku dewleta Tirk bendên peymanê bin pê bike û sûcan li dijî sivîlan pêk bîne. El-Efad got şêx û rûspiyên herêmê nahêlin herêmên dîtir ên Sûriyê werin dagirkirin û dê herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Mesûd Elî diyar kir ku darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê ne li gorî qanûnên Sûriyê û qanûnên navneteweyî ye û destnîşan kir ku mafê malbata wê heye ku bi rêya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî keça xwe bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi vîn û berxwedana ku ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan girtine, çalakgeran nameyek dan cîhanê, tê de diyar kirin ku ew ê heta  azadiya fîzîkî ya rêbertî tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Kampa Holê têkildarî operasyona"Mirovî û Ewlehiyê" ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê dane destpêkirin, axivî û got ew operason dê ewlehî û aramiya misoger bike û çalakiyên terorîstan ku sivîlan dikin armanc bê bandor bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermadarên YJP`ê Viyan Adar li ser "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" ku li kampa Holê hatiya destpêkirin destnîşan kir ku rêveçûna operasyonê heya niha bi encam e ku wê bi kampê re sînordar nemînê. Viyan diyar kir ku parastina kampê ne tenê erka wan, di heman demê erka hêzên cîhanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berdevkê eşîra Xewatina ya Ereb li ser "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" ya li kampa Holê got:"Bêyî domandina operasyonên berfireh li aliyê başûrê kampê û bêyî cûdakirina sûrî ji Iraqiyan û cûdakirina malbatên DAIŞ'î ji yên din dê operasyon bê encam be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-"Li Kurdistana îroyîn jiyan di fikir, birêxistinbûn û çalakiyê de divê bi lehengî be. Lehengî alfabeyek e ku rastiya Kurdistanê bi şoreşê bide guhertin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bavê girtiyekî siyasî di girtîgehên dewleta Tirk de diyar kir ku dewleta Tirk guh nade qanûnan û di nava bêdengiya navneteweyî de desthilata dîktatorî li ser girtiyan dimeşîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalkaiya konvedanê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê ya ji bo eşekerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got girtina dergehan a ji aliyê hikumeta Şamê ve encama nakokiya di navbera Rûsya û Îranê de ye ya hewldana kontrolkirina petrola Sûriyê û sûdgirtina ji gumrikê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji destpêka aloziya Lîbyayê û dewleta Tirk dixwaze vî bajarê tijî çavkaniyên enerjiyê bixe bin serweriya xwe de. Her wiha sûdê jê bigre ku Rojhilata Navîn destekê bide wê û vî welatî weke destpêkirina ber bi Afrîqiyayê ve bikar bîne da ku bixe bin serweriya xwe de.  (BI WÊNE).

CIWAN

-Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê turnuveya voleybolê li navçeya Şedadê organize dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5'emîn di roja 3'an de didome, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Ebdo re dixwazin, sersaxî li navenda ciwanan a Şehîd Bawer tê xwestin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Şaredarî û Xizmetên Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê projeya ronîkirina bajarokê Ebû Hemam, Giranîç û gundê El-Kişkiye yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ber bi dawî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA