​​​​​​​Êzidiyên li Helebê gefên hikumeta Iraqê yên li dijî Şengalê şermezar kirin

Ciwanên Êzidî yên li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi meşeleyan xwepêşandanek li dar xist û tê de gef û daxwazên hikumeta Iraqê yên derketina Asayîşa Êzidxanê ya ji Şengalê red kirin. Di heman çarçoveyê de Mala Êzidiyan daxuyaniyek da.

​​​​​​​Êzidiyên li Helebê gefên hikumeta Iraqê yên li dijî Şengalê şermezar kirin
28 adar, 2021   19:37
HELEB

Ciwanên Êzidî yên li bajarê Helebê bi meşeke meşeleyan ku li aliyê rojavayê taxê orgenîze kirin, gef û daxwazên hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên derketina Asayîşa Êzidxanê ya ji Şengalê, şermezar kirin.

Bi dehan ciwanên êzidî û şêniyên taxê tev li meşa ku ciwanên Mala Êzidiyan li pêşiya navenda xwe ya aliyê rojavayê taxê orgenîze kirin, bûn. Di meşê de alên Mala Êzidiyan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên"Parastina rûmeta jinên şengalî parastina rûmeta jinan e" hatin vekirin.

Meş ji pêşiya navenda Mala Êzidiyan a li aliyê rojavayê taxê dest pê kir û sloganên"Bijî berxwedana Şengalê" berz kirin. Xwepêşandêr ber bi kolanên taxê ve çûn û piştre ber bi aliyê rojhilat ve çû.

Meş li pêşiya Meclisa Şehîd Gelhat a li aliyê rojhilat veguherî mîtîngê, li wir endama Mala Êzidiyan Ronahî Efrîn axivî û plan, gefên hikumeta Iraqê û PDK`ê yên li dijî Şengalê şermezar kir.

Ronahî bang li hemû ciwanên Êzidî kir ku li dijî planên li ser gelên xwe dakevin qadan û got:"Ji bo parastina Şengal û gelên xwe divê em tê bikoşin û li ber xwe bidin."

Meş bi sloganên"Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû. Bi haman armancê endamên Mala Êzidiyan a Helebê li pêşiya navenda xwe ya li aliyê rojavaya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Mala Êzidiyan Cîlan Misto ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji roja yekemîn ve li dijî civaka Êzidî komkujî û ferman ji aliyê komên tundraw ve têne kirin û wiha hate gotin: "Ji ber ku Êzidî gelekî aştîxwaz e, bi ola xwe bawer e û pîroziyên xwe li ser erda Şengalê diparêze. Fermana herî dawî di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi destê çeteyên DAIŞ'ê bû. Di encama vê fermanê de rûmeta vê gekî hate binpêkirin, şêniyên wê hatin koçberkirin, jinên wê hatin revandin û li pêşiya çavên cîhanê mêr hatin kuştin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev ferman bi peymaneke navneteweyî pêk hat û ji aliyê hikumeta navendî ya li Bexdayê û PDK`ê ve deriyê radestkirina Şengalê hate vekirin û ev tişt hate diyarkirin: "Me dît ku çawa pêşmerge bi çekên reviyan û Êzidî bi tenê hiştin, lê belê YPG, HPG û YPJ`ê parastina gelê Şengalê kir, piştî Şengalê ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin Rêveberiya Xweser hate avakirin ku gelê Şengalê  xwe îdare dike."

 

Mala Êzidiyan a Helebê tevahî komployên ku li dijî Êzidiyên Şengalê têne kirin şermazar kirin û got: "Gefên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê xizmeta berjewendiyên Iraqiyan nake, lê belê xizmeta dijminê gelê Iraqê dike."

Mala Êzidiyan a Helebê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku destwerdanê bikin û rê li pêşiya pêkanîna komkujiyên din bigirin.

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmyên silavkirina berxwedana Şengalê hatin bezkirin.

(eh)

ANHA