Hiqûqnas: Darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê ne qanûnî ye

Hiqûqnas Mesûd Elî diyar kir ku darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê ne li gorî qanûnên Sûriyê û qanûnên navneteweyî ye û destnîşan kir ku mafê malbata wê heye ku bi rêya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî keça xwe bixwaze.

Hiqûqnas: Darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê ne qanûnî ye
29 adar, 2021   00:41
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Di 21`ê Cotmeha 2019`an de çeteyên Feyleq El-Mejd ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker endama Tîma Tenduristiyê ya girêdayî YPJ`ê Çîçek Kobanê li gundekî Girê Spî dema parastina xaka xwe dikir, dîl girt. Ev yek piştî êrişa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de li dijî herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê, pêk hat.

Çeteyên Feyleq El-Mejd bi hevkariya Cebhet El-Nusra,  Çîçek Kobanê ku welatiyeke Sûriyê ye, radestî hikumeta Tirk kir û cezayê girtîgehê yê muebbetê lê hate birîn.

Hiqûqnas Mesûd Elî pisporê qanûnên navneteweyî ye, diyar kir ku dema di aliyê hiqûqî de behsa dewleta Tirk tê kirin, li gorî qanûnê tiştekî şerm e û diyar kir ku kirinên dewleta Tirk gelekî ji qanûnan dûr in.

Elî wiha got: "Dewleta Tirk hevşaredar û siyasetmedaran destgîr dike. Ji lew re darizandina têkoşereke wekî Çîçek Kobanê ku li dijî çeteyan şer kir û parastina xaka xwe dikir, ji bo dewleta Tirk ne tiştekî ecêb e!"

Mesûd Elî diyar kir ku li gorî Peymana Riyadê (1983) ya di navber welatên Yekitiya Ereban de, her wiha li gorî lihevkirinên gelek welatên biyanî wekî Îtalya, Belçîka û Amerîkayê, ji bilî penaberên siyasî hemû sûcdarên li gorî tedbîrên îdarî radestî welatên wan tên kirin.

Elî her wiha da zanîn ku hikumeta Sûriyê bi rêya balyozxaneya xwe li Tirkiyê dikare bang li hikumeta Tirkiyê bike ku Çîçek Kobanê radestî wan bike, ji ber ku ew welatiyeke Sûriyê ye û li gorî îdarî divê li ser xaka Sûriyê bê darizandin.

Di dawiyê de hiqûqnas Mesûd Elî teqez kir ku mafê malbata Çîçek Kobanê heye ku bi rêya rêxistinên mafên mirovan û komîteyên Ewropayê banga radestkirina keça xwe ji bo desteya zangonsaz a Sûriyê bike yan jî bi rêya dadgeheke navneteweyî bê darizandin.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HiBFyE1mm0o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>