Li Zîqar a Iraqê  xwepêşandan careke din dest pê kirin

Li parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê ji bo vegera qaimaqamê ji kar hate derxistin Kazim Feyad û ji ber rewşa dijwar a debarê xwepêşandan careke din dest pê kirin.

Li Zîqar a Iraqê  xwepêşandan careke din dest pê kirin
28 adar, 2021   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev xwepêşandan ji ber erkdarkirina walî Abdulxenî Esedî ji bo birêvebirina karên dozgeriyê, piştî îstîfakirina waliyê nû Emar Rekabî, pêk hatin.

Xwepêşandanan li parêzgeha Rifaî gelek daîreyên hikumetê û rêya di navbera her du parêzgehên Zîqar û Wasit de girtin û bang li hikumetê kir ku guh bibin xwestekên wan û rewşên dozgeriyê zêde krîz nekin.

Parêzgeha Zîqar ji yek parêzgehên ku lê  xwepêşandanên gel zêde çêdibin, tê de zêdetirî milyonek kes dijî û beşeke mezin ji şêniyan li ser nebaşiya birêvebirinê, nebaşiya xizmetguzariyan û bêkariyê xwepêşandanan li dar dixin.

Li gorî bîlançoya Wezareta Plangeriyê ya Iraqê, li Iraqê ji sedî 27 petrol e û rêjeya xizantiyê jî ji sedî 25 e.

Ji Cotmeha 2019’an de li Iraqê xwepêşandanên bi awayekî dem dem bi sedema rewşên aborî, gendeliya siyasî û darayî tên lidarxistin.

(fr)