Cenazeyên şehîdên berxwedana Eyn Îsayê bi merasîmekî bi heybet hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên Kobanê bi merasîmeke heybet cenazeyên 7 şehîdên berxwedana Eyn Îsayê li Goristana Şehîd Dicle spartin axê, di merasîmê de nasnameya şehîdekî din hate ragihandin.

Cenazeyên şehîdên berxwedana Eyn Îsayê bi merasîmekî bi heybet hatin veşartin
28 adar, 2021   17:10
KOBANÊ

Bi hezaran şênî, tevî endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantona Kobanê cenazeyê 7 şervanên QSD'ê yên ku 26’ê vê mehê di berxwedana Eyn Îsayê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, li goristana Şehîd Dîcle spartin axê. Di merasîmê de şehîdekî din hate bi bîranîn.

‛ EM NAHÊLIN DAGIRKERÎ PÊNGAVEKÊ JÎ BI PÊ DE WERE’

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, van şehîdan di meha Adarê de destanên qehremantiyê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nivîsandin, da ku gelê Kurd bi ewle û aram bijîn û Newrozê pîroz bikin.

Şêx Hesen got, divê tevahî gelê Kurd xwedî li şehîdan derkeve û wan tim bi bîr bînin.

Şêx Hesen wiha domand: "Em soz didin şehîdên xwe ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gavekê jî bi pêş de navêjin. Ji ber ku em têkoşîna wan pêşengtiyê ji xwe re dibînin, ew ne ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî şehîd bûn, lê belê rêya şehîd Egîd şopandin û li wan dayikên ku qehreman anîn dinyayê pîroz dikin."

Hesen hin kurdên ku bi çeteyan hevkar in û dibêjin wan Efrîn rizgar kir û li Hewlêrê pêşwaz dikin, şermezar kir û wiha bi dawî kir: "Xwediyên vê xakê şehîdên me û malbatên xwe ne, ne kesên îxanet li gel û xaka xwe kiriye û bi dewleta Tirk a dagirerk û çeteyên wê re li ser hesabê gelê Kurd li hev kiriye, ne."

Bi navê malbateke şehîdan, Şervan Muslim axivî û wiha got: "Em hêvî dikin ku malbatên şehîdan bi ewle û aram bin, bi saya van şehîdan tu kes nikare dîrokê înkar bike û dê dîrok qurbaniyên şehîd di tevahî serdeman de bi bîr bixe."

Muslim wiha domand: "Yê ku dixwaze wateya lehengiyê bizanibe, divê ji van şehîdan fêr bibe. Ji ber ku wan xetên hêviyê ber bi aştiyê ve nexşe kirin. Em wek şêniyên Kobanê soz didin şehîdan ku kedên we vala naçin û ji îxanetan re dibêjin ku îxaneta we ji bîr nakin û dê rojek were hûn ê berdêlê bidin."

Navên şehîdan wiha ne;

Kemal Bozan (Herko), Mihemed Daban Bozo (Serxwebûn Kobanê), Ehmed Şêx Nebî (Mezlûm Kobanê), Îbrahîm Mistefa Muslim (Egîd), Fadil Mistefa Terbûş (Dilbar Kobanê), Umer Heyder Îsmaîl (Umer Xorxorî), Mihemed Mistefa Îsa (Qeremox), Ehmed Yilmaz (Rojhat Çewlik).

(fr)

ANHA