Şêniyên Qamişlo Fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî

Şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) di salvegera 35`emîn a şehadeta xwe de li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê hate bibîranîn. Di bîranên de hate gotin: "Fîşeka ji tivinga Fermandar Egîd derketî, bendên koletiyê şikandin û ji bo şoreşa gelan bû xala destpêkê."

Şêniyên Qamişlo Fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Şêniyên Qamişlo Fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Şêniyên Qamişlo Fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Şêniyên Qamişlo Fermandar Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
28 adar, 2021   15:30
QAMIŞLO

Îro salvegera 35'emîn a şehadeta Fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) e. Fermandar Egîd  guleya yekemîn li dijî dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Gabarê yê Kurdistanê avêt.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê merasîma bîranîna fermandarê Tevgera Azadiya Kurdistan şehîd Mahsûm Korkmaz li goristana şehîd Dilşêr a li gundê Dugur li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/03/28/122323_kwfnd-arzyn-jan.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Tirbespiyê Govend Erzîncan axivî û şehîd Egîd bi bîr anî.

/ar/uploads/files/2021/03/28/121753_haj-abdy-khlf.webp

Govend destnîşan kir ku ev roj ji bo gelê Kurd weke hefteya lehengiyê tê naskirin û got: "Di van rojan de em şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bîr tînin. Her wiha berxwedana girtiyên zîndanên dewleta Tirk ên di pêngava girava birçîbûnê de silav dikin".

Ji aliyekî din ve, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Hac Ebdî Xelef bal kişand ser berxwedana bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û gotew ê li ser rêya şehîdan bimeşin da ku Sûriyeke demokratîk pirrengî ne navendî ava bikin.

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên Til Hemîs, malbatên şehîdan, endamên saziyan û hêzên leşkerî li goristana şehîdan a Til Hemîs kom bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtin yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Harûn Dêrik axivî û şehîd Egîd û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

/ar/uploads/files/2021/03/28/122354_harwn-dyryk.webp

Harûn Dêrik wiha got: "Şehîdên ku canê xwe di oxira şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daye, 13 hezar şehîd bûn ku têkoşîn û berxwedana xwe ji têkoşer Mahsûm Korkmaz wergirtin."

/ar/uploads/files/2021/03/28/122254_abdallh-aljmyl.webp

Dêrik li ser tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û rewşa wî ya tenduristî axivî û wiha domand: "Dema gel bihîst ku nixumandineke têkildarî rewşa rêber Ocalan heye, bertek û hêrsa xwe li hember dewleta Tirk nîşan dan. Bi wê re jî dewleta Tirk neçar ma ku bihêle birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan pê re bi telefonê biaxive. Lê belê bi rêya telefonê dema rêber Abdullah Ocalan got tişta ku dewleta Tirk dike derqanûnî ye yekser telefon qut bû. Ji lew re divê gel bangên xwe yên ji bo zelalkirina rewşa rêbertî bilind bikin."

/ar/uploads/files/2021/03/28/121816_khald-alnayf.webp

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Abdullah Cemîl wiha got: "Şehîd Egîd di 28’ê Adara 1986’an de nîşaneya nemiriyê li çiyayê Gabarê wergirt. Şehîd Egîd piştî gelek pêngavên serkeftî li qadan li hember dijmin pêk anîn û tîpên danûstandina bi dijmin re ji hevrêyên xwe re xêz kirin, şehîd bûbû. Her wiha piştî çandina rihê tolhildan û fedekariyê di oxira bidestxistina rûmetê de şehîd bûbû."

Abdullah Cemîl got, guleya ku ji devê tivinga Fermandar Egîd bi der ketiye, qeydên koletiyê bi dawî kirin û bû destpêka şoreşa ku rûpeleke nû di dîroka gelan de vekir, da ku serî hildin û alên azadiyê hildan.

Hevserokê Meclisa navçeya Til Hemîsê Xalid Nayif destnîşan kir ku guleya ku Fermandar Egîd avêtiye, têkoşîna partiyê ji têkoşîna siyasî ber bi têkoşîna çekdarî ve bir.

QAMIŞLO

Li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi haman armancê merasîmeke hate lidarxistin. Endamê rêveber ê PYD’ê Salih Mihemed axivî û diyar kir ku dîroka tevgerê bi berxwedan û têkoşînê dagirtî ye û got: "Şehîdên me, pêşengên me ne da ku em têkoşîna xwe bidomînin û rêya ber bi serkeftin û azadiyê ve xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan."

/ar/uploads/files/2021/03/28/122230_salh-mhmd.webp

Mihemed da zanîn ku pêngava ku şehîd Mahûsm Korkmaz di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest pê kiriye, li gorî tevahî gelên cîhanê pêngaveke çarenûsî û girîng bû. Ji lew re divê her tim gel di rêya şehîd Mahsûm Korkmaz de berdewam bikin û hedefên şehîdên azadiyê pêk bînin.

AMÛDÊ

Li Goristana Şehîd Îsmaîl merasîm hate lidarxistin. Endamê rêveber ê navçeyê Sabir Ehmed axivî û îşaret bi berxwedana ku şehîdên tevgera azadiyê daye kir û piştrast kir ku dewleta Tirk nikare vîn û israra gelên Kurd bişikîne.

/ar/uploads/files/2021/03/28/121951_sabr-ahmd.webp

Ehmed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêya şehîd Mahûsm Korkmaz û Mezlûm Dogan rêya rasteqîn, rûmet û azadiyê ye û ji bo ku em bigihînin serkeftinê, em ê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin û ala azadiyê bilind bikin."

(dx-fr)

ANHA