Cotkar: Piştî barana dawîn em bi hêviya mewsimeke baş in

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got piştî barana dawîn li herêmê hêviya wan ji mewsimeke baş e heye.

Cotkar: Piştî barana dawîn em bi hêviya mewsimeke baş in
28 adar, 2021   06:28
KOBANÊ

Di vê dawiyê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baran barî û hêviya mewsimeke baş da ji cotkaran.  

Ji cotkarên gundê Til Hacib ê kantona Kobanê Abdullqadir Ehmed got: "Em ji bo barîna baranê kêfxweş in, ji ber rewş hate guhertin. Em hêvî dikin ku di encamê de hilberînên baş qezenc bikin."

Abdullqadir Ehmed wiha pê de çû: "Her sal weke niha dirêjahiya çandiniyê zêdeyî nîv metre ye. Lê îsal derengmayîna baranê bandoreke neyênî li çandiniyê kir."

Ji aliyekî din ve, cotkar Şêrzad Şêxo got: "Barîna baranê hêviyên mezin da cotkaran. Lê dîsa jî îsal hilberînên baş weke sala borî dernakevin. Li gorî şopandina me ji mewsimê îsal re dê tenê mesrefên hilberînê derkevin." 

Li herêmê di nav du hefteyan de du caran baran barî, vê yekê jî bandoreke êrênî ji bo çandiniyê çêkir û hêviyeke nû ji bo mewsima îsal çêkir.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cy5UZXehJnU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>