Berxwedana girtiyên azadiyê 122 roj in didome

Berxwedana greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 122’yemîn de ye.

Berxwedana girtiyên azadiyê 122 roj in didome
28 adar, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 122’yemîn de ji aliyê koma 25’emîn ve berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dewam dike, di roja 101’emîn de berdewam dike.

YEWNANISTAN

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriyîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, 84 roj in didome.

(cx)