ROJEVAN NAVENDA NÛÇEYAN A 28-03-2021

ROJEVAN NAVENDA NÛÇEYAN A 28-03-2021
27 adar, 2021   23:00

-Li Minbic û navçeya Ehdasê ya Şehbayê bi boneya salvegera sêyemîn a damezirandina Partiya Sûriya Pêşerojê şahî tên lidarxistin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê merasîmê bîranîna şehîdê Tevgera Rizgariya Kurdistanê Mahsûm Korkmaz (Egîd) li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Şêwirê ya Qebîleya Fedan Abulezîz Deham Ebû Ewed bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku erkên xwe yên li hember rêber Abdullah Ocalan bi cih bînin û got, "Dewleta Tirk bi rêya sûcên dermirovî yên li dijî birêz Ocalan ê ku nûnertiya biratiya gelan dike, tevahî qanûnên navneteweyî bin pê kirine.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakgeran diyar kir ew ku axaftina kurt a telefonê ya bi rêber Abdullah Ocalan re qebûl nakin û got dewleta Tirk armanc dike ku bertekên ku roj bir j zêde dibin, asteng bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Wensa Şawîş hevjîna wê Elî Dirêj yê di têkoşîna azadiyê de şehîd bûye, got “Hêza pêşeng a hemû civak û şoreşê şehîdên me ne. Gelên Ereb, Kurd, Tirk û Çerkez li ser felsefeya rêber Apo şer kir û şehîd bûn. Em bi saya têkoşîna şehîdên xwe gihaştin vê pêvajoyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiya konvedanê ya Kongreya Star ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li parka Arî ya bajarê Qamişlo organize kiriye bi dawî dibe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Diya Çîçek Kobanê cezayê muebet ku dewleta Tirk li dijî keça wê biriye şermezar kir û got, mafên dewleta Tirk tuneye ku keçe wê darezîne. Diya Çîçek Kobanê bang li rêxistinên peywendîdar kir ku li dijî vê cezayê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Dewleta Tirk ji bo kontrolkirina rêyên veguhastinên ên deryayî û bi taybetî tengava Bab El-Mendêb, dorpêçkirina Kendava Erebî û bicihbûna li Afrîkayê, destekê dide koma Îxwan Muslimîn û dixwaze li Yemenê serwer be. Ji bo wê armancê, mezintirîn baregehên xwe yên li derve ku li Somalê ye, bi kar tîne. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Di raporan de hate gotin, DAIŞ tevî têkçûna wê ya beriya du salan ji aliyê QSD'ê ve, hîna dikare êrişan pêk bîne, li aliyekî din jî dewleta Tirk ji ber vekişîna ji Peymana Stenbolê ya girêdayî parastina jinan rastî gelek rexneyên navneteweyî tê. (BI WÊNE).

CİWAN

-Ciwanên Mala Êzidiyan a Helebê li dijî gefên li ser Şengalê meşeke meşeleyî li dar dixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5'emîn di roja duyemîn de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo didome, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Kilînkên Gel li bajarê Qamişlo bi merasîmkê ji aliyê saziyên civaka sivîl ve tên vekirin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kildan yekşema 7'an û ya dawî beriya Cejna Fisih, li Dêra Kildan a Qamişloyê pîroz dikin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşxaneya Dil û Çav barên welatiyan sivik kir û Rêveberiya Nexweşxaneyê amadekariyên temamkirina kadroyên tenduristiyê dike da ku kengî pêwîst bike, bikaribe emeliyên dil çêbike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got piştî barana dawîn li herêmê hêviya wan ji mewsimeke baş e heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA