‛Rêber Ocalan dibistana berxwedanê ye’

Bi diruşma "Em ê tecrîdê bişkînin, faşîstê têk bibin û rêber Apo rizgar bikin" Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya herêma Efrînê meşeke bi meşaleyan bi armanca rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û hiştina parêzeran a hevdîtinê, li dar xist.

‛Rêber Ocalan dibistana berxwedanê ye’
‛Rêber Ocalan dibistana berxwedanê ye’
‛Rêber Ocalan dibistana berxwedanê ye’
‛Rêber Ocalan dibistana berxwedanê ye’
‛Rêber Ocalan dibistana berxwedanê ye’
27 adar, 2021   19:19
ŞEHBA

Bi dehan mamosteyên herêma EFrînê li pêş Meclisa kantona Şehbayê ya navçeya Fafînê kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, sembolên Desteya Fêrkirin û Perwerdeê ya kantona Efrînê û wêneyên şehîd Egîd Cîlo hildan.

Meşvanan meşale rakirin, berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de silav kir û diruşmên bi armanca şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk a faşîst a li dijî girtiyan hildan.

Meş li kolana sereke ya navçeya Fafînê gerî û li pêş konê çalakiyê yê li Dibistana Ajokariyê (Medreset El-Siwaqa) vegerî mîtîngê.

/ar/uploads/files/2021/03/27/184401_jmyl-khwjh-5b1600x12005d.webp

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, endamê rêveber a Desteya Fêrkirin û Perwerdê Cemîl Xoce axivî û wiha got: "Em dibînin tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan rojane zêde dibe, armanc ji wê tecrîdê eşkere ye. Hêzên hegamon ên ku destê wan di vê komploya li dijî rêber Apo de heye, dixwazin têkiliya di navbera rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelên li ser rêça wî dimeşin de qut bikin."

Xoce wiha domand: "Ev tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîda li dijî tevahî mirovahiyê ye. Ji lew re piştî 22 salan dixwazin di şexsê rêber Apo de dengê gelê Kurd qut bikin, vîna gelê Kurd têk bibin. Lê belê bi ser nakevin."

Xoce wiha gotina xwe berdewam kir: "Rêber Abdullah Ocalan dibistaneke ku gelê Kurd tê de fêrî berxwedan û têkoşînê bûye. Rêbertî em fêr kirin ku li pêş tu kesî xwe daneynin, lê tevî tecrîda girankirî li dijî rêbertî, lê di girtîgehên dewleta Tirk de li ber xwe dide."

Xoce di dawiyê de bang li CPT’yê kir ku bi erkên xwe yên mirovî li hember rêber Abdullah Ocalan rabe û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike ku tecrîdê bi dawî bike.

Meş bi diruşmên" Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(fr)

ANHA