`Mafê dewleta Tirk tune ye ku cezaya muebetê li keça min bibire`

Dayîka  Çîçek Kobanê cezayê muebet ku dewleta Tirk li dijî keça wê biriye şermezar kir û got, mafên dewleta Tirk tuneye ku keçe wê darezîne. Dayîka  Çîçek Kobanê bang li rêxistinên peywendîdar kir ku li dijî vê cezayê bisekinin.

`Mafê dewleta Tirk tune ye ku cezaya muebetê li keça min bibire`
28 adar, 2021   05:51
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Desthilata Tirk piştî 2 salan ji dîlgirtina şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê cezaya muebet lê bir.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di êrişên dagirkirinê de ku 9’ê Cotmeha 2019’an li ser Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî bû, li gundê Mişrefa Eyn îsayê şervana YPJ'ê Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ku birîndar bibû, dîl girt. Piştre ew revandin Tirkiyê.

Rûniştinên yekemîn ên dadgehkirina Çîçek Kobanê li dadgeha cezayn a pêncan a li bajarê Rihayê. Çîçek a beşdarî rûniştinê bûbû di îfadeya xwe ya bi rêya wergêrê de gotibû ku ew bi îradeya xwe tev li hêza herî rêxistinkirî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û ew ê çek bi kar neanîne, lê belê alîkariyên mirovî pêşkêş dikir.

Di rûniştina sêyem a dadgehkirina de, serdozgeriya giştî ya desthilatên partiyên AKP`ê û MHP`ê ji Dadgeha Cezayê ya Bilind xwest ku cezayê muebet li Çîçek Kobanê bibire, dadgehê jî ev yek erê kir. Parêzerên Çîçek Kobanê ev xwestek red kirin û banga rawestandina cezayê kirin.

Dadgeha Tirkiyê beriya çend rojan di rûniştina dawî de cezaya muebet lê birî.

'MAFÊ DEWLETA TIRK TUNEYE KU CEZAYA MUEBET LI KEÇA MIN BIBIREꞌ

Dayîka  Çîçek Kobanê Wehîda Osman têkildarî cezayê muebet ku desthilata Tirk li keça biriy şermezar kir. Wehîda Osman ev yek li gotina xwe zêde kir: "Mafê dewleta Tirk tuneye ku mîna vê cezayê li keça min bibire, keça min welatiyeke Sûrî ye, alîkariya mirovî dida şervan û silavan, lê çeteyan ew li ser erda Sûriyê girtin û radestî Tirkiyê kirin. Cezayê ku li keça min hatiye birîn, şaştiyeke mezin e ku Tirkiyê kiriye. Dewleta Tirk tawanên bê bingeh avêtin keça min da ku ji derxistina cezayê muebet ê li wê bike hincet."

Wehîda Osman destnîşan kir ku çete û dewleta Tirk keça wê di girtîgehê de bi awayekî hovane îşkence kiribûn û beriya ku malbat parêzerekî ji bo keça xwe peyda bikin di girtîgeha takeksî de bû, lê piştre ew derxistin û xistin girtîgeha giştî.

Dayîka  Çîçek Kobanê bang li rêxistinên mafên mirovan, aliyên peywendîdar û tevahiya dewletan kir ku li dijî vê cezayê mudaxele bikin û ceza bi "Ne qanûnî ye û şaş" wesifand.

Çîçek Kobanê (Dozgîn Temo) di sala 1997`an de li bajarê Kobanê ji dayik bûye û şervaneke YPJ'ê bû.

Piştî lêhûrbûnê hate dayîka rkirin ku koma çete ya ku Çîçek Kobanê dîl girt Feyleq El-Mecid e. Ev kom li gorî fermanên dewleta Tirk a dagirker tev digere. Di heman demê de wêneyekî din hate belavkirin ku tê de bi dehan endamên koma çete di nav de serçeteyê bi navê Yasir Ebdulrehîm Çîçek Kobanê dorpêç dikin, wêne pê re dikişin ku ji êşa birînê re rûyê wê zer bûye. Çeteyên heman komê beriya vê yekê dîmenek belav kirin ku tê de bi cenazeyê şervaneke Kurd dilîstin.

DEWLETA TIRK QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKE

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê gelek welatiyên Sûrî bêyî ku li dewleta Tirk sûcan bikin an jî zirarê bigihînin mal û milk û welatiyên wê, wan dibin Tirkiy û li wir li gorî qanûnên  dewleta Tirk ceza li wan dibirin, ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Ger sûriyan sûc li Sûriyê kiribin jî, mafê dadgeha Sûriyê heye ku wan ceza bike.

Li gorî peymanên Cinêvê ya 4`an û protokolên wê yên 1949`an û li gorî madeya 49`an a peymana 4`an, qedexeye ye dewleta dagirker kesên parastî bi darê zorê  veguhezîne dewleteke din.

Her wiha peyman îşaretê pê dike ku îdîa çi dibe bila bibe, nabe kesên parastî ji erdên dagirkirî ber bi erdên dewleta dagirker an jî erdê dewleteke din, çi dagirker be yan jî ne dagirker be werin veguhezdan.

Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan, hîn jî desthilatta Tirkiyê qanûnên navneteweyî bi pê dike û hejmra sûriyên ku ji bo dadgehkirinê veguhezandina erda xwe gihaştiye 140 sûrî.

(eh)

ANHA