Turnuveya futbolê ya Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû

Turnuveya futbolê ya dibistanan a ku bi navê Şehîd Egîd Cîlo hatibû organîzekirin, bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû.

Turnuveya futbolê ya Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû
27 adar, 2021   16:11
ŞEHBA

Bi sponseriya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê turunveya futbolê ya bi navê Şehîd Egîd Cîlo bi dawî bû. Tunuve 26'ê Sibatê bi beşdarbûna 21 tîmên dibistanên navîn û amadehî dest pê kiribû.

6 tîmên ku di pêvajoya navîn a turnuveyê de bi serketibûn, li Stada Babins a Şehbayê li hemberî hev lîstin.

Tîmên qonaxa navîn (Til Rifet û Ehdasê) lîstin, tîma Ehdasê bi ser ket.

Tîmên qonaxa amadehî yê keçan (Til Qerah û Til Rifetê) list û tîma Til Qerah bi ser ket.

Piştre tîmên qonaxa amadehî ya xortan (Berxwedan û Til Rifetê) lîstin û tîma Berxwedan bi ser ket.

Hersê tîmên serkeftî, hekem û lîstikvanê harî baş, harisên herî baş hatin xelatkirin. Her wiha spasiya Yekitiya Werzîşê û komîtaya rêxistinkirinê û berpirsên turnuveyê hatin xelatkirin.

ANHA