Li Minbicê komxebata 2’yemîn li ser destûra nû ya Sûriyê hate lidarxistin

Rêxistina Berçav komxebateke diyalogê li ser beşdariya tevahî çînên civakê di formekirina destûra Sûriyê ya nû de li Minbicê li dar xist.

Li Minbicê komxebata 2’yemîn li ser destûra nû ya Sûriyê hate lidarxistin
Li Minbicê komxebata 2’yemîn li ser destûra nû ya Sûriyê hate lidarxistin
Li Minbicê komxebata 2’yemîn li ser destûra nû ya Sûriyê hate lidarxistin
Li Minbicê komxebata 2’yemîn li ser destûra nû ya Sûriyê hate lidarxistin
Li Minbicê komxebata 2’yemîn li ser destûra nû ya Sûriyê hate lidarxistin
Li Minbicê komxebata 2’yemîn li ser destûra nû ya Sûriyê hate lidarxistin
27 adar, 2021   15:56
MINBIC

Komxebat li Xwaringeha Erebî ya rojavayê bajêr bi beşdariya kesayetên rewşenbîr, hiqûqnas û siyasetmedar ên ji Minbicê hate lidarxistin.

Di komxebatê mijarên pêşkêşkirina fikir, nêrîn û pêşniyarên ji bo pêşdeçûna xebata destûrê heta gihandina destûreke nû ku tevahî pêkhateyên Sûriyê bihewîne, hatin nîqaşkirin.

Mijara komxebatê li ser rêveçûna xebata destûrê ya Sûriyê bû. Endamê komîteyê destûra Sûriyê Dr. Mazin Xerîb ji Brîtanya bi rêya onlinê beşdarî komxebatê bû û bi beşdaran pirsgirêkên li hember formekirina destûra nû û başbarbûna tevahî aliyan, nîqaş kir.

Di dawiya komxebatê de, beşdaran pêşniyar û nêrînên xwe yên têkildarî beşdariya tevahî pêkhateyên civakê di formekirina destûra Sûriyê ya nû de anîn ziman.

Dê gelek komxebat li ser formekirina destûra Sûriyê ya nû li Minbicê werin lidarxistin.

(fr)

ANHA