Fermandara YPJ’ê: Şervanên me destanên dîrokî li Eyn Îsayê dinivîsin

Ji fermandarên YPJ`ê Milîtan Çiya got “Hêzên me di roja Newrozê de destaneke dîrokî nîşan da û êrişên artêşa Tirk a dagirker li derdora Eyn Îsayê têk birin. Ev yek ji bo gelên azadîxwaz serkeftinek e.”

Fermandara YPJ’ê: Şervanên me destanên dîrokî li Eyn Îsayê dinivîsin
22 adar, 2021   08:07
EYN ÎSA

Fermandar Milîtan Çiya ji ANHA`yê re têkildarî topbarana li ser rêya M4, êrişên dijwar ên li dijî gundên Seyda û Meilek ên li eniyên bakur û rojavayê Eyn Îsayê di 2 rojan de, axivî.

Milîtan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker însiyatîfa Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a bi Rûsyayê re ji bo vegerandina sivîlan ji gundê Seydayê re bi kar anî. Di encamê de bi vegera şêniyan re bi dehan çete derbasî gund bûn û wiha domand: “Lê hêzên me li hemberî wan kirinan bê deng neman.”

Milîtan Çiya wiha pê de çû: “Bi rêya vê yekê xwestin gund dagir bikin, lê hêzên me bersiv da. Di encamê de gelek windahiyên çeteyan cêbûn, ber bi baregehên dewleta Tirk ve reviyan û li dû xwe cenazeyên xwe hiştin.”

Hêzên artêşa Tirk a dagirker piştî têkçûna çeteyan û windahiyên wan ên zêde di rojekê de, balafirên şer di topbarana xwe ya li ser Seyda û Meilek de bi kar anîn. QSD`ê bi daxuyaniyekê di 20`ê Adarê de ragihandibû ku 18 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Milîtan Çiya diyar kir ku hêzên wan bi destanî li ber xwe da û asta amadebûnê û bersivdanê li hemberî her aliyekê ku dixwaze axa Sûriyê dagir bike, nîşan dan û wiha dewam kir: “Divê dewleta Tirk îtîraf bike ku bi bin ketiye. Rastiya vîna şervanên QSD`ê û gelên azadîxwaz nas bike.“

Di 4 mehên dawîn de tevahiya hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku 6 gundên li bakurê rêya M4 kontrol bike, bi bin ketin. Rojane komên çeteyên dagirkeriyaa Tirk hewl didin derbasî wan gundan bibin.

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Milîtan Çiya di dawiyê de got: “Bi rihê Newrozê şervanên QSD`ê êrişkeran li Eyn Îsayê têk birin. Di Newroza îsal de dîsa gelên azad bi ser ketin.”

(şx)

ANHA