ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-03-2021
22 adar, 2021   00:00

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirî Ehmed Behaedîn Şeban bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqnas û CPT'ê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serbest were berdan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerên Karûbarên Komên Tundraw diyar kir ku berdewama nakokiyên navneteweyî li Sûriyê û hebûna AKP'ê li Tirkiyê sedemên sereke yên mayîna xeteriya DAIŞ'ê ye ya ku ev du sal in di aliyê erdîngariyê de li Baxozê bi bin ketiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Xwişka girtiyekî di girtîgehên Tirkiyê de berxwedana birayê xwe silav kir û bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya grevên birçîbûnê yên girtiyan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên navçeya Amûdê bêdengiya saziyên hiqûqî yên li hemberî sûcên desthilata Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li jinan kirin ku têkoşînê xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Til Hemîsê banga serbestberdana rêber Abdullah Ocalan kirin û dan zanîn ku rêbetî ji bo gel têdikoşe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Mihemed Ebas got dê bi serbestberdana rêber Abdullah Ocalan re çare ji krîzên li Rojhilata Navîn re pêk bên, li gel wê jî divê Amerîka, Îsraîl, Brîtanya û dewleta Tirk dev ji înkarkirina gelê Kurd berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî 10 salên ji krîza Sûriyê, ji nû ve nakokî li Derayê ya ku ji wir xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê dest pê kirine, bilind dibin. Lêkolînerê sûrî Ehmed Dirzî hişyarî li ser jinûve vegera şer da û got: "Dera parçeyek ji Sûriyê ye ya ku êdî bûye qada bingehîn a nakokiyên di navbera Washington û Moskovê de." (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Azad Dîwanî got qutkirina ava çemên Firat û Dicleyê ji hêla dewleta Tirk ve sûcekî navneteweyî ya birêxistinkirî û sûcekî siyasî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA